Çalakgerên li Sêmalkayê berxwedana gerîla silav kir

Endamên Desteya Parastinê ya herêma Cizîrê di roja 71’ê ya çalakiyên li deriyê Sêmalkayê de serdana konê çalakiyê kir û li wir Hevseroka Desteya Parastinê Soze Qamişlo axivî û berxwedana gerîla silav kir.

Çalakgerên li Sêmalkayê berxwedana gerîla silav kir
14 kanûn, 2021   14:53
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan 5’ê Cotmeha borî dest bi çalakiya konvedanê li deriyê Sêmalkayê kir, ku cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bûne wergirtin. Çalakiya konvedanê bi beşdariya girseya welatiyan di roja 71’ê de berdewam dike.

Îro endamên Desteya Parastinê ya herêma Cizîrê serdana konê çalakiyê kir û ji qada çalakiyê heta sînorê Başûrê Kurdistanê meşîn û diruşmên "şehîd namirin" û "bimire îxanet" berz kirin.

Endamên desteyê li ser sînor kom bûn . Li wir Hevseroka Desteya Parastinê Soze Qamişlo daxuyaniyek xwend û tê de berxwedana li Sêmalka û berxwedana gerîla silav kir.

Soze Qamişlo çalakiya Sêmalkayê bi "çalakiya rûmetê" wesif kir û êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla li Xelîfanê bi bîr xist û wiha got: "Bê gûman mîna van sûcan berê jî hatibûn kirin."

PDK’ê di êrişên xwe yên li dijî herêmên gerîla, Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastiya xwe eşkere dike û di êrişên wan de tu wijdan û exlaq tune ye."

‛BERXWEDANÊ PLANÊN PDK’Ê TÊK BIRIN’

Soze Qamişlo wiha domand: "Gelê Rojava ji zêdetirî du mehan ve berxwedanê li deriyê Sêmalkayê dike. Li kêlek şervanên xwe di eniyan de disekine. Bi wê re vê berxwedanê êrişên dewleta Tirk û hevbendê wê PDK’ê têk birin. Li gel wê berxwedana gerîla tevahî planên PDK’ê jî têk birin. Berxwedana gerîla di têkoşîna gelên ereb, kurd, asûr û şoreşa Rojava de bi encam bû û gelên cîhanê jî xwe spart vê şoreşê."

Soze Qamişlo bal kişand ser êrişên dagirkeriya Tirk li ser Şengalê û rola PDK’ê di wan êrişan de û wiha got: "Hin planên qirêj li dijî Rojava û tevahî parçeyên Kurdistanê pêk tên. Êrişên qirêj ên di vê dawiyê de li dijî Şengalê bi tevkariya PDK’ê ne. Bila planger baş bizanin gelên Şengal, Efrînû Serêkaniyê ne lawaz in. Şoreşa gel têk naçe. Dibe ku kesayetên payebilind şehîd bixin, lê ev yek me lawaz nake, ji ber em tenê parastina Rojava dikin, lê belê parastina tevahî cîhanê dikinû ji ber em bi hêz in. Ev şoreş bi saya fikirên rêber Abdullah Ocalan û rêgezên şoreşa jinê gihatş vê qonaxê. Ne dewleta Tirk ne jî PDK’ê dikarin vê şoreşê têk bibin."

‛PIŞTEVANIYA BERXWEDANA GERÎLA PIŞTEVANIYA MIROVAHIYÊ YE’

Heveroka Desteya Parastinê ya herêma Cizîrê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em li vir ji bo şehîd û hevalên xwe tê dikoşin. Em bang li gelê berxwedêr, malbatên şehîdan û cîhanê dikin ku berxwedana gerîla biparêzin, ji ber parastina mirovahiyê ye û xwedî li nirxên gelên Kurd, Ereb û Suryan derkevin."

Piştre endamên desteyê li bin kon kom bûn.

(fr)

ANHA