​​​​​​​MSD`ê li Swêdê civîneke şêwirê li dar xist

Duh li paytexta Swêdê Stockholmê, MSD’ê li ser vexwendnameya komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk bi hevkariya Saziya Olof Palme ya Navneteweyî, civîneke şêwirê li dar xist. Nûnerên partî û kesayetên siyasî yên sûrî beşdar bûn û makenîzmayên avakirina opozîsyoneke demokratîk û lihevkirinên neteweyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nîqaş kirin.

​​​​​​​MSD`ê li Swêdê civîneke şêwirê li dar xist
​​​​​​​MSD`ê li Swêdê civîneke şêwirê li dar xist
​​​​​​​MSD`ê li Swêdê civîneke şêwirê li dar xist
​​​​​​​MSD`ê li Swêdê civîneke şêwirê li dar xist
​​​​​​​MSD`ê li Swêdê civîneke şêwirê li dar xist
​​​​​​​MSD`ê li Swêdê civîneke şêwirê li dar xist
14 kanûn, 2021   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîn bi dirûşma "Civîna şêwirê ya hêz û kesayetên demokratîk… pêwîstî, derfet û hêvî" li dar ket. Nûnerê dosyayê Sûriyê ya Wezareta Karên Derve ya Swêdê Per Uranus, berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Swêdê Kenneth Forshlud beşdarî civînê bûn.

Di civînê seroka Saziya Olof Palme ya Navneteweyî (saziyeke Swêdê ye ku ji bo demokrasî û mafên mirovan û aştiyê kar dike) Anna Sondstrom axivî û girîngiya lidarxistina mîna van civînan ji bo peydakirina aştî û îstiqrarê li Sûriyê destnîşan kir.

Civîn wê 2 rojan bidome. Li gorî bernameya wê, di roja yekemîn de 3 werşe li dar ketin; ya yekê bi navê nirxandina siyasî ya rewşa Sûriyê. Beşdaran piştrast kir ku divê sûrî li hev bikin û xwedî biryarên xwe bin da ku bi xwe çareseriyeke giştî bibînin.

Di werşeya duyemîn de ku bi nave "Nirxandina rewşa opozîsyona Sûriyê” bû, beşdaran rewşa opozîsyonê, sedemên binkeftina wê ku projeyeke neteweyî ya giştî bi tevlêbûna hemû sûriyan pêşkêş nekir, nirxand.

Di werşeya sêyemîn a bi navê "Derfet û firsendên opozîsyona Sûriyê" de beşdaran derfetên lihevkirina aliyên opozîsyona Sûriyê û avakirina çarçoveyeke giştî ya hemû hêzên sûrî nîqaş kirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed di civînê de wiha axivî: “Sûrî li benda hêviyeke biçûk in, nexasim ku desthilata li Şamê desthilata xwe winda kir. Şert û mercên li Sûriyê û herêmên din guncaw in ku projeyeke demokratîk pêk were.”

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser Cîhad Omer jî bang li sûriyan kir ku sûdê ji derfetên siyasî û aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirin.

Komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk 6 werşe li paytext û bajarên Ewropayê li dar xistin. Ev panel ji aliyê MSD`ê ve hatin organîzekirin. Beriya wê jî panel li hundirê Sûriyê di salên 2018-2019- û 2020`an de ji bo beşeke berfireh a hêzên Sûriyê li dar ketin û bi gihaştina lihevkirinên neteweyî û formên giştî yên opozîsyona nîştimanî ya Sûriyê û xurtkirina wê bi dawî bûn.

(şx)

ANHA