Li Riyadê civîna Kendavê tê lidarxistin

Li gel nakokiyên herêmî bi Îranê re, îro serokên dewletên Kendavê li Riyadê li hev dicivin.

Li Riyadê civîna Kendavê tê lidarxistin
14 kanûn, 2021   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Riyadê paytexta Erebistana Siûdî, îro civîna 42`yemîn a serokên dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê tê lidarxistin. Armanc ji civînê ew e ku hevkariya hevbeş xurt bikin û li hember zehmetiyan bisekinin.

Li gorî Reutersê, serokên dewletên Kendavê piştî nakokiya kûr a di navbera wan dewletan de di civîna salane de kom dibin ku tê payîn teqeziyê li ser hevgirtinê bikin. Li gel wê jî metirsiyên herêmî têkildarî rewşa Îranê û zêdebûna pêşbaziya petrolê hene.

Qralê Siûdiyê beriya civînê li dewletên Kendavê geriya. Ev civîn piştî salekê li ser vegerandina têkiliyên Riyadê yên bi Qeterê re ku 3 sal û nîvan qut kiribûn, pêk tê.

(bx)