Li Sêmalkayê silav dan berxwedana gerîla

Di roja 71'an a çalakiya li Sêmalkayê de endamên Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê serdana çalakiyê kir. Hevseroka Desteya Parastinê Sozê Qamişlo axivî û silav da berxwedana gerîla.

Li Sêmalkayê silav dan berxwedana gerîla
14 kanûn, 2021   11:57
QAMISLO

Meclisa Malbatên Şehîdan di 5'ê Cotmehê de li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibûn şehîdkirin, çalakî dabû destpêkirin. Çalakî di roja 71’an de bi beşdariyeke mezin dewam dike.

Îro endamên Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê serdana çalakiyê kir. Endamên desteyê ji qada çalakiyê heta sînorê Başûrê Kurdistanê meşiyan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bimire Xiyanet" berz kirin.

Endamên desteyê li ser sînor li hev civiyan û daxuyaniyek da. Hevseroka desteyê Sozê Qamişlo daxuyanî xwend û silav li berxwedana li Sêmalkayê û ya gerîla kir.

Sozê Qamişlo çalakiya li Sêmalka wek “çalakiya rûmetê” pênase kir û êrişa PDK'ê ya li dijî gerîla ya li Xelîfanê bi bîr xist û got: "Êrişên wiha bê guman berê jî çêbûne. PDK rûyê xwe yê rast di êrişên xwe yên li dijî herêmên gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîşan dide. Êrişên wan bê wijdan û bê exlaq in." 

'BERXWEDAN PLANÊN PDK'Ê TÊK DIBE'

Sozê Qamişlo piştgiriya wiha axivî: "Gelê Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 2 mehan e li ber xwe dide. Bi şervanên xwe yên di çeperên şer de mil bi mil disekine. Ev berxwedan êrişên dewleta Tirk û hevkara wê PDK'ê pûç dike. Berxwedana gerîla hemû planên PDK'ê xera kirin. Berxwedana gerîla di têkoşîna gelên Ereb, Kurd, Asûrî û şoreşa Rojava de şênber dibe û gelên cîhanê xwedî li vê şoreşê derdikevin."

Sozê Qamişlo behsa êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û rola PDK'ê jî kir û got: "Planên qirêjî li ser Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê tên meşandin. Herî dawî ev planên qirêjî li Şengalê bi destê PDK'ê tên meşandin. Yên ku planên wan hene, bila vê yekê baş bizanin; gelên  Şengal, Efrîn û Serêkaniyê ne qels in. Şoreşa gel têk naçe. Dikarin mirovên me yên hêja şehîd bixin, lê ev yek me qels nake. Ji ber ku em ne tenê Rojava, lê mirovahiyê diparêzin û em xurt in. Ev şoreş bi fikrên têber Apo û rêgezên şoreşa jinan gihaşt asta xwe ya niha. Ne dewleta Tirk ne jî PDK nikarin vê şoreşê ji holê rakin."

'XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA GERÎLA XWEDÎDERKETINA LI MIROVAHIYÊ YE'

Hevseroka Desteya Parastinê Sozê Qamislo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li vir ji bo şehîdên xwe, hevrêyên xwe tê dikoşin. Ez bang li gelê berxwedêr, malbatên şehîdan û cîhanê dikim; parastina berxwedana gerîla parastina mirovahiyê ye; xwedîderketina li nirxên gelên Kurd, Ereb û Suryan e."

Piştî daxuyaniyê endamên desteyê li konê çalakiyê bi çalakvanan re civiyan.

ANHA