Ciwan Mistefa: Testên PCR dê pêncşemê dest pê bikin

Ciwan Mistefa da zanîn ku piştî peydakirina madeyên pêwîst ji bo xebitandina testa PCR, teqîgeha Koronayê di 16`ê Kanûnê de dê dîsa dest bi xebatê bike.

Ciwan Mistefa: Testên PCR dê pêncşemê dest pê bikin
14 kanûn, 2021   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Testêb PCR, di 10`ê Mijdarê de rawestîbûn, piştî ku madeyên pêwîst li herêmê nemabûn. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da pêdiviyên pêwîst ên testan peyda bike, li gel zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê.

Desteyê di 11`ê Kanûnê de eşkere kir ku madeyên pêwîst ên ji bo testên PCR li herêmê kêm in û di peydakirina wê de zehmetiyan dikişînin.

Girtina dergehê Til Koçer ê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de, bi awayekî neyînî bandor li rewşa jiyanî, tenduristî û xizmetguzarî yên herêmê kir. Bi rêya wê dergehê madeyên tenduristiyê û xêrxwaziyê derbasî herêmê dibûn. Lê girtina dergehê azarên gelên herêmê zêde kirin.

Dergehê Til Koçer, deriyê yekane ye ku herêmên Rêveberiya Xweser bi derve ve girê dide. Ji ber vetoya Rûsya û Çînê dawiya sala 2019`an hatibû girtin.

Hevserokê desteyê Ciwan Mistefa ji ajansa me re axivî û got: “Piştî gelek hewldanan, me pêdiviyên testên PCR peyda kirin.”

Ciwan Mistefa piştrast kir ku dê testên PCR pêncşemê (16`ê Kanûnê) dîsa dest pê bikin.

(şx)

ANHA