​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Tirkiyê xwepêşandanên li dijî Erdogan li dar ketin

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, xwepêşandanên li Tirkiyê ji ber daketina nirxê lîreya Tirk û rewşa Tunisê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Tirkiyê xwepêşandanên li dijî Erdogan li dar ketin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Tirkiyê xwepêşandanên li dijî Erdogan li dar ketin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Tirkiyê xwepêşandanên li dijî Erdogan li dar ketin
14 kanûn, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DERBEYEKE DIN A HIKUMETÊ KOLANÊN ŞAMÊ TEVLIHEV KIRIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî ku hikumeta Şamê nirxê benzînê careke din bi rêjeya ji sedî 46 zêde kir, şêniyên ji ber bihabûnê westiyane, tevlihev bûn.

Wezareta Bazirganiyê belavokekê li ser hesabê xwe yê Facebookê roja yekşema borî belav kir û tê de nirxê benzînê bi hezar û 100 lîreyên sûrî diyar kir. Zêdebûn gihaşt rêjeya ji sedî 46. Tevî ku tê zanîn niha dolarê amerîkî nêzî 3 hezar û 500 lîreyên sûrî dike. Beriya şerê li welat jî her dolarek nêzî 45 – 50 lîre dikir. Wezaretê got armanc ji biryara wê ku kêmkirina binketina mezin a di budçeya petrolê de ye, her wiha ji bo ku made neyê qutkirin an jî bi zehmetî neyê peydakirin.

Gel ji ber vê biryarê ne razî ye. Yek ji welatiyan got: "Hikumet baş dizane ku mûçe têra 5 rojan nakin. Her roj nirxê madeyekê bilind dike. Yanî dibêje rewşa jiyanî yan gel ji min re ne girîng e. Ya girîng pere ne.

Tevî ku mûçeyê mehane yê her karmendekî hikumetê 80 hezar lîreyên sûrî derbas nake, hikumet biryarên buhabûnê dide. Li gorî lêkolînan, li gel bihabûnê pêwîstiya malbateke ji 5 kesan bi zêdetirî milyonek û 500 hezar lîreyên sûrî heye. Li gorî pispor û lêkolîneran, ji sedî 94`ê gelê Sûriyê di bin asta xizaniyê de ye.”

‘LI TIRKIYÊ JI BER ALOZIYA ABORÎ Û BANGÊN JI BO ISTÎFAKIRINA HIKUMETÊ SEFERBERIYA GEL’

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Duh êvarê li bajarên Enqere û Stenbolê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin û banga îstîfakirina hikumetê hate kirin. Ev jî ji ber paşdeçûna rewşên aborî û jiyanî û daketina nirxê lîreyê Tirk, her wiha zêdebûna enflasyonê ku li gorî daneyên fermî ji sedî 21 derbas kir.

Zêdetirî 5 hezar kes li Stenbolê ji ber enflasyonê û paşdeçûna derfeta kirînê xwepêşandan li dar xist. Ev cara yekemîn e ku xwepêşendaneke mezin li dar dikeve, ji ber binketinên aboriya Tirkiyê.”

SEROKÊ TUNISÊ: HETA HILBIJARTINÊN NÛ, XEBATÊN PARLAMENTOYÊ DÊ RAWESTANDÎ BIN

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Itîhad El-Îmaratiye wiha nivisî: "Serokê Tunisê Qeys Seîd ragihand ku heta hilbijartinên nû li gorî qanûna hilbijartinan di 17`ê Kanûnê de werin lidarxistin, xebatên parlamentoyê dê rawestandî bin.

Seîd duh bi şev ji gel re wiha got: "Hin alî li ser êşa gelê Tunisê bazirganiyê dikin. Hin aliyan xwest bêhêviyê di nava gelê Tunisê de belav bikin. Welatê me di hemû aliyan de wekî windabûna ewlehiyê, tunekirina terorê, buhabûna nirxan, belavbûna gendeliyê û gelek diyardeyên ku armanca wan biketina dewletê ye, di salên zehmet re derbas bû."

(bx)