Plansaziya Desteya Hundirîn a têkildarî jinan hate eşkerekirin

Têkildarî biryarên civîna salane ya jinan a Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn got "Biryarên me yên sala 2022`yan têkildarî pêşxistina aboriya jinan di nava saziyan de, zêdekirina perwerdeyên akademîk û destpêkirina hemleyên der barê madeyên hişbir û fihûşê de ne."

Plansaziya Desteya Hundirîn a têkildarî jinan hate eşkerekirin
14 kanûn, 2021   09:08
QAMIŞLO

Duh Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê civîna salane ya jinan bi amadebûna nêzî 250 endaman li Qamişloyê li dar xist. Di civînê de mijarên rêxistinî, kar û xebatên salê û plansaziya sala 2022`yan hatin nîqaşkirin.

Têkildarî mijarê cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî got civîn bi nîqaşeke baş derbas bû û da zanîn ku di sala 2021`an de Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin roleke bibandor di nava civaka xwe de lîst.

Hemrîn Elî got: “Asayîşa Jinan li hemberî hemû diyardeyên neaxlaqî bû bersiv. Di pêngavên ewlehiyê yên li kampa Holê de cih girt ku ew pêngav li hemberî teroreke mîna DAIŞ`ê bû û rojane ji bo ewlehiya kampê kar û xebatê dike."

Hemrîn Elî diyar kir ku Asayîşa Jinan cihê xwe di nava hemleya paqijkirina taxa Teyî ya li Qamişloyê de jî girt û di heman salê de hemleyeke berfireh ji bo rêgirtina li ber fihûşê pêk anî.

Hemrîn Elî got: “Di sala borî de di pêşxistina projeyên aboriya jinan a taybet bi beşên Desteya Hundirîn de lawazî hebû, projeyên jinan tune bûn, ev yek cihê kêmasiyê bû. Biryareke ku me ji bo sala 2022`yan daye, pêşxistina aboriya jinan e.”

Têkildarî plansaziya sala 2022`yan, cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî da zanîn ku wan 26 biryar dane û wiha vegot: “Ji wan biryaran ev hene; pêşxistina asta perwerdeya akademîk û destpêkirina hemleyên belavkirina zanînên der barê fihûş û madeyên hişbir de.”

(sb)

ANHA