Serdana Erdogan ji Qeterê re bê lihevkirin derbas bûn û hêviyên wî ji Erebistana Siûdî têk çûn

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan di vê dawiyê de serdana paytexta Qeterê Dewhayê kir. Li gorî raporan, piştî serdanê emîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman jî serdana Qeterê kir, lê nedixwest bi Erdogan re bicive. Gelo armancên vê serdanê çi ne û çi bi xwe re anî?

Serdana Erdogan ji Qeterê re bê lihevkirin derbas bûn û hêviyên wî ji Erebistana Siûdî têk çûn
14 kanûn, 2021   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Di demekê de ku dewleta Tirk  di qeyrana aborî ya mezin de ye, serdana dawî ya serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan a ji Qeterê re tu peymanên mezin bi xwe re neanîn an jî Dewhayê îşaret bi zêdekirina alîkariyên darayî ji Tirkiyê re nekir.

Li gorî daxuyaniya ajansa nûçeyan a Qeterê, Erdogan û emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed gelek peymanên girêdayî di qadên çapemenî û rêvebirina karesatan de îmze kirin, her duyan soz da hev ku dê rêbazên zêde da ku têkiliyên aborî û koordînakirina darayî xurt bikin.

Li gorî Reutersê, di daxuyaniya hevbeş de hat hate gotin, Qeterê dirêjkirina dema pevguhartina pereyan bi dewleta Tirk re erê kir û Dewhayê 3 qat li ser 15 milyar dolar a par zêde kir. Armanca peymanê geşkirina depokirina derve ji Tirkiyê re û aramîkirina lîreyê ye.

Beriya Erdogan ji Dewhayê derkeve serdana leşkerên Tirk ên li baregehê kir û got "Em ewlehî û aramiya Qeterê ji ewlehî û aramiya xwe cuda nahesibînin."

'SERDANEKE ABORÎ YE'

Têkildarî armanca vê serdanê, lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbî wiha got: "Armanca sereke ji serdanê aborî ye û bingeha wê bilindkirina rêjeya fînansên Qeterê li Tirkiyê ye, bi taybet projeyên avahî û pîşesaziyên navîn û mezin ku dewleta Tirk pê navdar e, mîna parçeyên erebeyên ewropî."

Tariq Wehbî wiha domand: "Ev serdan plankirî ye, piştî serdana şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Îmaratê şêx Tehnon Bin Zayid ya ji bo Tirkiyê û vegera li Meclisa Hevkariya Kendavê pêk hat."

Têkildarî girêdana wê yekê bi krîza aborî ya Tirkiyê re, Wehbî wiha pê de çû: "Her kes dizane daketina nirxê lîreya Tirkiyê li beramberî pereyên navneteweyî pirsgirêka mezin a aboriya Tirkiyê ye ku dolar derbasî bûdceya xwe ya bazirganiyê dike. Tevî hin cezayên ewropayê lê erênî ye. Ev serdan ji bo piştgirîdayîna aboriya Tirkiyê pêk hat."

Wehbî da zanîn ku Qeter bi rêya fînansa xwe hewl dide hejmara mezin ji saziyên tûrîzmê wergire, mîna hotel an jî avahiyên nivînkirî. Her wiha Qeter hewl dide hin pîşesaziyên xwarinê wergire.

Têkildarî vê yekê Wehbî wiha got: " Tirkiye ji bo sektora xwe ya geşepêdanê, bi taybetî veguhestinê, wekî deynên hêsan daxwaza pereyan dikir, lê Qeter tercîh kir ku li bendê bimîne ku di pêşerojê de di warê vegerandina van deynan de nîşanên çêtir hebin, lê teqez kir ku ew amade ye ku di sektora taybet de istîsmarê  bike û heta ku fînansên ewropî jî istismarê dike."

BEŞA SIYASÎ BI GIRÊK E

Ev serdan piştî guhartinên siyasî yên li herêmê pêk hat. Dewleta Tirk hewl dide tecrîdkirina erebî ji ser xwe rake. Lê di wê yekê de bi Misirê re bi bin ket. Li aliyekî din jî pêşbîniya Tirkiyê ya pêşketina di danûstandnên bi Îmaratê re jî tu guhartinên berbiçav bi xwe re neanîn.

Li ser vê yekê Wehbî wiha got: "Beşa siyasî ji serdanê girîng e, bi taybet piştî civîna El-Ula ya li Erebistana Siûdî ku hişt Qeter û dewletên meclisa tevkariyê li hev werin. Ji ber ku dewletên meclisa tevkariyê ji ber du mijarên sereke bi Qeterê re bi nakok bûn; têkiliya wê bi Îranê re û parastina Îxwan El-Mislimîn e. Lê ji ber têkiliya Tirkiyê bi Qeterê re qut nebûn û bi rêya avakirina baregehê li Qeterê ji bo perwerdekirina hêzên leşkerî di tevahî beşan de û heta daryayî kûr bûn, dewleta Tirk hewl da bi rêya Qeterê propagandaya siyasetê bike û tecrûbeya xwe pêşkêş bike û wekî projeyeke serketî nîşan bide, da ku xwe nêzî Îmaratê, piştre Misir û dûvre Erebistana Siûdî bike. Lê hesab her tim ne hêsan in, mijar bi girêk e û vedigere kesayeta Erdogan ku hîna hewl dide xwe bike sultanê mislimanan."

EREBISTANA SIÛDÎ JI BO TIRKIYÊ BÊ COŞ E

Hemwextî serdana Erdogan ji Dewhayê re, di çarçoveya serdana ji Kendavê re emîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman jî gihaşt Dewhayê.

Li gorî raporan, Erdogan hewl da bi emîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re li Dewhayê bicive.

Li gorî rojnameya Ereb, mîr Mihemed Bin Selman ji bo vê hevdîtinê ne bi coş bû. Ev jî tê wateya ku Riyad texmîn dike hîna soza nêzbûna bi Enqereyê re nehatiye û divê Erdogan di vê derbarê de gav û helwestên zelal ji bo baweriyê biavêje.

Çavkaniyan ji Reutersê re got, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan hewl da emîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman li Qeterê bibîne, lê nelihevkirina bernameyên wan nehişt ev hevdîtin pêk were.

Her wiha berpirsekî tirkî û yekî kendavî ku plana serdanê dizanîn gotin di navbera wan de nîqaş hebûn ku civîn li Qeterê pêk bê, lê belê bernameyên wan ne li gorî hev bûn.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbî ev tişt got: "Di hevdîtina Erdogan û şêx Temîm Al Sanî de nîqaş li ser nêzbûna nêrînan bi Siûdiyê re hatin kirin. Her wiha wezîrê karên derve yê Tirkiyê got hin kanal bi Erebistana Siûdî re hatin vekirin, heke berwazî be jî, mijar ber bi lihevkirinê ve ye. Lê ev, yek ji armancên merheleya bê ya Tirkiyê ye û her tim li fînansên derve digire ku pereya xwe baş bike."

Wehbî wiha domand: "Krîza siûqastkirina rojnameger Xaşiqcî hîna heye, di vê hefteyê de kesekî bi navê Xalid El-Etêbî (ji ber nav dişibîn hev) li balafirgeha Fransa bi muzakereya ewlehî ji dozgeriya Tirkiyê ji enterpolê ve hat girtin. Her wiha dewleta Tirk hewl dide zirarekê neke vê dosyayê ku Erebistana Siûdî girtiye bi dawî bike."

Tariq Wehbî ev tişt anî ziman: "Pişît serdana serokê Fransayê Macron ji Erebistana Siûdî re, emîr Mihemed Bin Selman isbat kir ku ew guh nade tu gotin an jî kiryaran ku wî ji veguhastinê qedexe dike. Ji lew re dê ev gerê ku ber bi Uman piştre Qeter û Behreynê ve bi rê ve dibe tevgera navneteweyî piştî hevdîtina bi Pûtîn û Macron re vegerîne. Qeter di şexsê mîr Temîm Bin Hemed Al Sanî de nebe tu navbeynkar, lê belê dê bi rêyê wezîrê xwe yê karên derve re kanalan ji bo bidawîkirina krîza Xaşiqcî, pêkanîna têkiliyê nû yên xwe dispêre rêdariya dualî veke."

'TÊKILIYA TIRKIYÊ BI MISIRÊ RE JI TÊKILIYA WÊ BI SIÛDIYÊ RE CUDATIR E'

Gelek pirs derbarê serkeftina nêzbûna Siûdî-Tirkî de digel binketina hewldanên nêzbûna Misirî-Tirkî xwe dan der.

Lêkolîner Tariq Wehbî îşaret pê kir ku ne gungaz e hevrûkirina têkiliya Tirkiyê bi Misir û Siûdiyê re pêk bê. Ji ber ku Misir bi Tirkiyê re di gelek mijarên aboriyê re di pêşbirkê de ye û li gel Siûdiyê ev yek tune ye. Lê ya baştir sêgoşeya girîng a îslam a sunî were dîtin; Siûdiyê, Misir û Tirkiyê. Li ser vê esasê hevbendiyên mislimanê sunî ya xurt li herêmê tên avakirin, da ku bersiva kiryarên Îranê yên Şîe ku serweriyê li Bexda, Şam, Senaa û Beyrûtê dike, bidin.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbî wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em ji bîr nekin ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide têkiliyan bi dewletên Sovyetê yên berê re û bi dewletên Asyayê re ava bike ku êdî ew dewlet bûne dewletên paşketî, li gel wê jî dixwaze bi dewletên pêşketî re jî mîna Indonesia û Singapore têkiliyan ava bike. Da ku hevbendiyeke îslamî ya aborî ava bike ku helwesta xwe li dijî Ewropa xurt bike. Ji ber Ewropa pişta xwe daye Tirkiyê da ku tev li Yekitiya Ewropayê nebe."

(fr)

ANHA