‘Hevpeymana civakî serkeftineke dîrokî ye û mafên her kesî diparêze’

Şêniyan reşnivîsa hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek serkeftineke dîrokî û pêkanîna mafên pêkhateyên herêmê bi nav kir.

‘Hevpeymana civakî serkeftineke dîrokî ye û mafên her kesî diparêze’
14 kanûn, 2021   07:24
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Civîna Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 3 rojan, duh bi guhartina ji sedî 30’ê hevpeymanê bi dawî bû.

157 endamên komîteyê, nûnerên saziyên jinan, Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkes û êzidî ji kanton û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhialtê Sûriyê tev li civîna nîqaşa reşnivîsa hevpeymana civakî bûn.

Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û kesayetên civakî jî tev li civîna komîteyê bûn. Civînê roja şemiya derbasbûyî dest pê kiribû.

Rêveberiya Xweser 15`ê Tîrmeha îsal komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kir da ku reşnivîsa hepeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bike, dûre komîte hate berfirehkirin û hejmara endaman bû 157.

Têkildarî hevpeymana ku tê sazkirin, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên komîteya berfireh nêrînên xwe parve kirin. Endaman da zanîn ku hevpeyman mafên hemû pêkhate û kêmneteweyên li herêmê misoger dike.

Komîteyê nîqaş û guhertina bendên hevpeymana civakî, rêgezên giştî û beşek ji sîstema îdarî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji komînan bigire û heta bi meclisên herêmî û meclisên herêman, navçeyan û bajaran bi dawî kir.

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya Hesekê Erîf Qesbiyan diyar kir ku reşnivîsa hevpeymanê mafên hemû pêkhate û kêmneteweyên li herêmê diparêze û wiha dewam kir: "Hemû pêkhateyên herêmî,  ji komîn û meclisan bigire û heta bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe di rêveberiyê de digirin. Her wiha mafên kêmneteweyan jî bi rêya nûnerên wan tên parastin."

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya Hesekê destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya pêkhateya Ermen ji sedî 30 e.

Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Êzidiyên li Sûriyê Mistefa Nibo got reşnivîsa tê amadekirin encama nêrînên pêkhate, ol, şepêl û beşên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike.

Têkildarî mafên êzidiyan di reşnivîsê de Nibo got: "Em êzidî ev cara yekemîn ku me mafên xwe di destûr an jî hevpeymaneke civakî yan jî mîsaqekî civaka li herêmê tîne cem hev, diparêz in. Ez bawer im ev yek ji bo kêmnetewe û olên din re jî derbasdar e. Ji lew re em vê hevpeyaman civakî wekî misogeriya mafên êzidiyan dibînin."

Nibo îşaret pê kir ku bendekî taybet bi pêkhateya êzidî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Reşnivîs ola êzdayetiyê wekî oleke bi serê xwe dibîne û ev jî rastiyeke dîrokî ye, ji ber ku ola êzidî kevnar e û di reşnivîsa hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate bicihkirin."

Mistefa Nibo anî ziman ku hevpeymana civakî serkeftineke dîrokî ye û mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger dike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku di dîrokê de nexasim ji destpêka damezrandina dewleta Sûriyê ve em hatibûn paşguhkirin. Di tu destûr an jî qanûnan de behsa ola êzidî wekî pêkhateyeke ji pêkhateyên Sûriyê nedihat kirin." 

Endama Yekitiya Jinên Suryan Corcêt Bisomo jî diyar kir ku hevpeymana civakî maf û azadiya hemû pêkhate, etnîk û azadiya wê ya fikirî û çandî diparêze. Her wiha diyar kir ku hevpeyman rê li pêşiya olên li herêmê ji wan pêkhateyan Suryan vedike ku li gorî bawerî û zimanê xwe tev bigerin.

Corcêt Bisomo civîna sazkirina hevpeymana civakî bi hêza gelê herêmê ji bo avakirina sîstemeke dîmokratîk bi nav kir.

Li gorî endamên komîteyê di hefteyên bê de dê careke din kar û xebata Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike.

(eh)

ANHA