ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2021
14 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne di roja 71 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê şanoyeke li ser tundiya li ser jinan li navenda Serdem a Çand û Hunerê ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê pêşkêş dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê reşnivîsa hevpeymana civakî wekî serkeftineke dîrokî û pêkanîna mafên pêkhateyên herêmê, bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên bajarê Qamişlo diyar kir ku fikirê rêbertî ji tevahî gelên bindest re rêya xelasiyê ye û gotin, ew ê têkoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Wêneyên ku îsal di dem û ji cihên cûda de ji ava çemê Firatê re hatine kişandin, asta kêmbûna ava wê nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Polîtîkayên desthilata faşîst a li Tirkiyê li herêma xwe pirsgirêkan derdixe û van pirsgirêkan ji asta herêmî heta asta gerdûnî berfireh dike. Eger neyê sînordarkirin, dê xetere li herêmên nû jî belav bibe.

JIN

-Jinên Kedkar ên di saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de civîna xwe ya salane li bajarê Kobanê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî biryarên ku di civîna salane ya jinan a Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê de hatine girtin, Cîgira Hevserokatiya Desteya Hundirîn got: "Ji birayên me yên sala 2022`an pêşxistina aboriya jinan di nava saziyan de, zêdekirina perwerdeyên akademîk û destpêkirina hemleyên derbarê madeyên hişbir û fihûşê de ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Tulay Hatîmogullari got, jinên li Tirkiyê di nava siyasetê û di jiyana kar de bi mêran re ne xwedî temsîliyeteke wekhev in û destnîşan kir ku gotinên Erdogan ên têkildarî jinan tu girîngiya xwe nîn e. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan di vê dawiyê de serdana paytexta Qeterê Dewhayê kir. Li gorî raporan, piştî serdanê emîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman jî serdana Qeterê kir, lê nedixwest bi Erdogan re bicive. Gelo armancên vê serdanê çi ne û çi bi xwe re anî? (BI WÊNE).

CIWAN

-Meşa dirêj a ciwnan ji navçeya Tirbespiyê ber bi navçeya Girkê Legê ve dest pê dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşdarên meşa dirêj bang li tevahî ciwanên Kurdistanê kirin ku li hemberî êrişên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk û hevkarên wê li gorî şerê gelê şoreşger tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Turnuveya futbolê ya "Veger" di roja 3'yemîn de li bajarê Hesekê berdewam dike, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Malbata girtiyê bi navê Mistefa Salih û pismamê wî Merwan Salih ku li gel hêzên Ewlekariya Hundirîn girtî ne gotegotên ku hin kenalên alîgirên PDK'ê belav kir derewand û teqez kir ku wan serdana girtiyên xwe kirine û rewşa wan baş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên herêma Efrînê diyar kir ku hedefgirtina şehîd Merwan Bedel hedefgirtina xweserî û îradeya  Şengalê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di demekê de herêm rûbirûyî kêmbûna hêmanên jiyanê ye, Sûriyê di buhabûna mal û milkan de di rêza yekemîn a cîhanê de ye. Gelo sedemên vê buhabûnê çi ne û çi çareserî hene ku sînorekê ji van buhayan re deynin? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kampeke rojavayê Hesekê ku 14 hezar û 714 kes lê dimînin, hezar û 320 kes bi nexweşiya laşmanyayê ketine. Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê di tevgerê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA