'Hedefgirtina şehîd Merwan Bedel hedefgirtina xweseriya Şengalê ye'

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên herêma Efrînê diyar kir ku hedefgirtina şehîd Merwan Bedel hedefgirtina xweserî û îradeya  Şengalê ye.

'Hedefgirtina şehîd Merwan Bedel hedefgirtina xweseriya Şengalê ye'
14 kanûn, 2021   04:15
ŞEHBA

Di dîrokê de Kurd gelek caran di şexê civaka êzidî de ji aliyê dewleta Tirk faşîst ve rastî binpêkirin û komkujiyan hatine, Mam zekî û Zerdeşt Şengalî mînakên vê yekê ne.

Herî dawî hevserokê Meclisa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel û malbata xwe ji aliyê balafirên bêmirov a  dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin, di encamê de Merwan Bedel hate şehîdxistin.

Têkildarî mijarê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên herêma Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Hacer Ebdo destnîşan kir ku kesayetekî wekî Merwan Bedel ku ji bo azadiya gelê xwe ewqas ked da, bi xiyanetê hate şehîdxistin, divê saziyên ku banga mafên mirovan dikin ji bo rewşa Kurdan bikevin tevgerê.

Her wiha Hacer Ebdo diyar kir ku ew ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin û wê dagirkerî nikaribe wan têk bibe.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Qenber destnîşand kir ku kesayetên zana di nav Kurdan de tên hedefgirtin, ji ber ku ji zanabûna Kurdan ditirsin û baş dizanin ku Kurd wê bi zanabûna xwe hemû hêzên desthilatdar têk bibin.

Emîne Qenber wiha bi dawî kir: "Hemû gelê Kurd li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan hatiye perwerdekirin, ji ber vê yekê wê tu kes nikaribe me tune bike û em ê bi saya fikrê rêber Ocalan bigihêjin azadiya xwe."

 Her wiha welatiya bi navê Hajer Hesen diyar kir ku dijmin her tim êrîşî hişmendiya civakê dike, ji ber ku dizane ku gelê bê zanabûn tê têkbirin, ji ber vê yekê divê gelê Kurd jî bi hişmendiya xwe ya zana li dijî dijmin bisekine.

Hecer Hesen da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst wê bi hedefgirtina kesayetên welatparêz ên di nava civakê de tu carî negihêje armanca xwe, gelê Kurd heya bigihêje azadiya xwe wê li ser piyan be.

ANHA