DAIŞ'ê li dijî hêzên hikumeta Şamê li Çolistana Mesreb êriş pêk anî

Çeteyên DAIŞ'ê êrişî baregeh û navendên Lîwa El-Qudis û tîma 17'an a hêzên hikumeta Şamê li Çolistana El-Mesreb a rojavayê Dêrazorê kir. Di encamê de 24 leşker hatin kuştin û birîndarkirin.

DAIŞ'ê li dijî hêzên hikumeta Şamê li Çolistana Mesreb êriş pêk anî
12 kanûn, 2021   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev, êrişî baregehên leşkerê yên Lîwa El-Qudis a Filistînî û tîma 17'an a hêzên hikumeta Samê li çolistana El-Mesreb a rojavayê Dêrazorê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), Di encama êrişê de 7 leşkerên lîwa El-Qudis û tîma 17 hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn û di nexweşxaneya Dêrazor a leşkerî de tên dermankirin.

Digel êrişan, hêzên "Parastina Niştimanî û Lîwaya El-Qudis" û çeteyên DAIŞ'ê li herêma Cebel El-Beşrî ya başûr rojavayê Dêrazorê pev ketin.

(dm)