Çeteyên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî zarokan dikin leşker

Tora çalakvanê Efrînê pelge kir ku çeteyên "Cebha El-Şamiyê" yê girêdayî dewleta Tirk li Efrîn û Ezazê zarokan dike leşker.

Çeteyên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî zarokan dikin leşker
12 kanûn, 2021   14:04
ŞEHBA

Tora çalakvanên Efrînê îro li ser rûpela xwe ya fermî Facebookê ragihand ku wan hin pelge bi dest xistine, îsbat dike ku çeteyên "Cebha El-Şamiyê" zarokan tev li refên xwe dike.

Di belgeyan de navên zarokên ku li herêmên dagirkirî tevlî çeteyan hatine kirin û daxwaznameyên zarokan ên ku di salên 2009'an û 2007'an de ji dayikbûne, hene.

Komên çete, zarokan li gorî berjewndiyên xwe bi kar tînin, wan dikin leşker da ku çekan rakin û li kêlka wan ji bo berjewndiyên dewleta Tirk li herêmê û dervayî bajêr şer bikin.

Gelek rêxistinên navneteweyî û raporên çapmaniyê eşkere dikin ku destwerdana dewleta û çeteyên wê di leşkerkirina zarokan û şandina lîbyayê û dewletên din de heye.

(dm)

ANHA