Şêniyên Hesekê cenazeyên du şehîdan oxir kir

Şêniyên Hesekê du şervanên QSD'ê ku di şerê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Til Temirê şehîd bûne, bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Hesekê oxir kir.

12 kanûn, 2021   13:42
HESKEÊ - MEHMÛD IBÊD

Bi sedan şêniyên Hesekê û gundewarên wê tev li merasîma her du şehîdên QSD'ê yên bi navê Kanîwar Cûma Ellaw (Koçber Kobanê) û Ehmed Hamid Mihemed (Alan Can) ku di şerê li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk de li gundewarên Til Temir şehîd bûne, bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk duh daxuyaniyek da, tê de 2 şervanên ku di şerê li dijî dagirkeriya Tirk li gundê El-Derdare ya gundewarên Til Temir de şehîd bûne, eşkere kir .

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê her du şehîd di goristana şehîd Dijwar a gundê El-Derdare de bi beşdarbûna fermandarên QSD'ê û gelek şervanên wê, oxir kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, fermandarê meclisa leşkerî ya herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Hisên Selmo piştrast kir ku hêzên leşkerî dê parastina herêmê bidomînin û ji bo li hember her êrişek dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye amede ne. Selmo diyar kir ku wan ji bo vê herêmê bi hezaran şehîd dan, ji ber wê jî soza berdewamiya berxwedan û parastina gelê herêmê, nû kir.

Selmo soz da ku ew ê tevahî erd û bajaran ji çeteyên dewleta Tirk rizgar bikin û koçberan vegerînin bajar û gundên wan.

Selmo diyar kir ku hêzên wan ên leşkerî rojane rastî êrişên domdar tên, lê belê şervanên wan li hember wan disekinin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Mihemed axivî û behsa berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriye li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, kir.

Mihemed destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê ve zêdetirî 13 hezar şehîd dane û zêdetirî 25 hezar kes ji pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan birîndar bûne.

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk dijmantiya biratiya di navbera van pêkhateyan de dike.

Piştî ku nasnemeya her du şehîdan hatin xwendin, şêniyan bi karwaneke bi dehan erbeyên ku bi wêneyên şehîdan hatine xemilandin cenazeyên şehîdan di goristana Şehîdan ya navçeya Til Temir û goristana Ber Kefirê ya navçeya Dirbêsiyê oxir kirin.

(dm)

ANHA