Çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Xezawiyê de girtin û 5 kes revandin

Çavkaniyê ji hundirê Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên "Feyleq El-Şam bi ser gundê Xezawiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa de girt û 5 kes revanadin.

Çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Xezawiyê de girtin û 5 kes revandin
12 kanûn, 2021   13:55
ŞEHBA

Çeteyên Feyleq El-Şam 5 welatî jê 2 welatî êzîdî ne, ji gundê Xezawiyê ya Navçeya Şerawa revandin.

Li gorî çavkanî navên kesên hatine revandin wiha ye: Zerdeşt Ebdulezîz Birîmo (33), Xelîl Ehmed Birîmo (35) ev her du êzidî ne, Rênas Behrî Kêfo, Betal Mihemed Nor Kêfo û Silêman Zekî Mistefa.

Li gorî çavkanî, çeteyan kesên revandî ber bi cihek ne diyar ve birin û ji malbatên wan 1500 lîreya tirkî xwest.

(dm)

ANHA