‘Hevpeymana civakî dê mafên hemû pêkhateyên herêmê biparêze‘

Kesayetên Ereb û Çerkes ku tev li civîna komîteya berfireh a jinûve sazkirina  hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne,  diyar kir ku bendên peymana civakî xizmeta hemû pêkhateyên herêmê dike.

‘Hevpeymana civakî dê mafên hemû pêkhateyên herêmê biparêze‘
12 kanûn, 2021   12:51
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Rêveberiya Xweser di 15`ê Tîrmeha borî de komîteya biçûk (30 endam) ava kir da ku xebatê amadekirina reşnivîsa hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Xebatê civîna dawî ya komîteya berfireh a jinûve sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de ji bo nîqaşkirina reşnivîsa peymanê, didome. Civîn li bajarê Hesekê tê lidarxistin. Endamên komîteya berfireh, saziyên civaka sivîl û kesyaetên civakî beşdarî civînê bûne.

Têkildarî naveroka hevpeymana civakî ku niha reşnivîsa wê tê nîqaşkirin û li kêleka civîna ku li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî ye du endamên komîteya berfireh ji ANHA`yê re axivîn û destnîşan kir ku hevpeyman nûkirin û misogeriya mafên hemû pêkhateyane.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Mûhafezkaran û nûnerên eşîreyan di komîteya peymana civakî ji pekheteyên ereb de Ekrem Mehşûş wiha got: "Reşnivîs û bendên ku îro di civînê de têne nîqaşkirin, xizmeta hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

Ekrem Mehşûş wiha domand: "Civîn dê bi nîqaşkirina bendan bidome da ku mafên her kesî misoger bike û nîqaş bi awayekî pir zelal têne kirin."

El-Mehşûş destnîşan kir ku pêkanîna bendên hevpeymanê li ser rûyê erdê di pêvajoya pêş de û di nava Sûriyeke yekgirtî de dê bandoreke erênî li herêmê bike.

Her wiha endama komîteya berfireh Şehrîban Çawîş ku ji pêkhateyên Çerkes ên bajarê Minbicê ye ev tişt got: "Armanca hevpeymanê ku bi rêya bendên xwe karibe mafên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze."

Şehrîban Çawîş diyar kir ku bendên hevpeymanê û vekirina komîteyê ji guhertinan re her wiha zêdekirina bendan, misogeriya mafên hemû pêkhateyên herêmê ye.

(bx)

ANHA