QSD'ê nasnemeya 2 şehîdên xwe eşkere kir

QSD'ê nasnemeya du şervanên xwe ku di şerê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li gundê El-Derdare yê gundewarê Til Temir şehîd bûne, eşkere kir.

QSD'ê nasnemeya 2 şehîdên xwe eşkere kir
12 kanûn, 2021   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh daxuyaniyek da û tê de nasnemeya du şervanên xwe ku di şerê li dijî dagirkeriya Tirk li gundê gundê El-Derdare li gundewarên Til Temirê de şehîd bûne, eşkere kir.

Daxuyani wiha ye:

"Em sersaxiyê ji gelê xwe re û bi taybet malbata her du şehîdan re dixwazin û soz didin ku heta têkibirina dagirkeriyê û gihîştina serkeftinê rêya wan bişopînin.

Nasnemeya her du şehîdan wiha ye:

***

Navê Şoreşgerî: Koçber Kobanê

Nav û paşnav: Kanîwar Cûma Ello

Navê dayikê: Emşe El-Seîd

Navê Bav: Cûma

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dîroka Tevlêbûnê: Dirêbêsiyê 2015

Cih û dîroka şehadetê: gundê El-Derdare li gundewarên Til Temir 10. 12. 2021

***

Navê Şoreşgerî: Alan Can

Nav û paşnav: Ehmed Mihemed

Navê dayik: Emîra

Navê Bav: Hamid

Cihê ji dayikbûnê: Gundê Rukbê

Dîroka tevlêbûnê: Til Temir 2020

Dîroka Şehadetê: Gundê El-Derdare yê gundewarê Til Temir 10. 12. 2021

(dm)