Çalakvanên li Sêmalka di roja 69`emîn de: Divê PDK`ê were ser xeta kurdayetiyê

Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê serdana çalakvanên Sêmalka kir û bang li PDK`ê kir ku hevkariya bi dijminê dagirker re rawestîne.

Çalakvanên li Sêmalka di roja 69`emîn de: Divê PDK`ê were ser xeta kurdayetiyê
Çalakvanên li Sêmalka di roja 69`emîn de: Divê PDK`ê were ser xeta kurdayetiyê
Çalakvanên li Sêmalka di roja 69`emîn de: Divê PDK`ê were ser xeta kurdayetiyê
12 kanûn, 2021   13:12
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li Dergeha Sêmalka ku bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di encama hevkariya PDK`ê û dewleta Tirk şehîd bûne, di roja 69`emîn de berdewam dike.

Rojane sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe raber dikin. Îro jî endamên Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê serdana çalakvanan kir.  Endamên Komîteyê ku ber bi sînorê di navbera Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ve meşiyan ji aliyê çalakvanan ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê endamê Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Keder Hisên axivî.

Keder Hisên bi bîrxistin gerilayên ku ji aliyê PDK`ê ve hatin şehîdxistin dest bi axaftina xwe kir û got: "Em van êrişên PDK`ê yên li dijî gerîlayan şermezar dikin. Hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re tu xizmetê ji Kurdiyetiyê re nake. Piştgirînedayîna PDK`ê ji projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, nayê wateya ku wê rêhevalên me şehîd bixin. Ev tiştê ku PDK`ê dike ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin."

Keder Hisên, bang li civatên navneteweyî kir û wiha got: "Rêber Apo bi salan e li ser yekitiya gelê Kurd banga lidarxistina Kongreya Yekitiya Netewî dike. Divê em hemû ji bo lidarxistina wê têkevin tevgerê. Bi vê yekê em ê bikaribin bibin xwedî statû, azad bijîn û ziman û çanda xwe biparêzin."

Hisên li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê helwest nîşan da û wiha dewam kir: "Di êrişên dawî yên li ser Şengalê de Merwan Bedel şehîd bû. Duh jî Meclîsa Gel hat bombebarankirin. Pê ve girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êrişên xwe berdewam dike. Bêgûman ev êriş bi hevakariya PDK`ê ku Mesut Berzanî û Neçîrvan Berzanî serkêşiya wê dikin pêk tê. Wekî gelê Kurd divê em ji van tiştan baldar bin."

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Keder Hisên di dawiya axaftinê de soza girêdana bi şehîdan re da û berxwedana çalakvana silav kir.

Çalakiya ku roja xwe a 69`an de didome duh ji aliyê şêniyên Amûdê ve hatibû wergirtin.

ANHA