Rêveberiya Xweser a herêma Firatê: Hedefgirtina Şengalê rê li ber çalakkirina DAIŞ`ê vedike

Rêveberiya Xweser a herêma Firat êrişên dewleta Tirk li dijî Şengal şermezar kir û hişyarî da ku êrişên dewleta Tirk rê li ber vejîna DAIŞ vedike.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê: Hedefgirtina Şengalê rê li ber çalakkirina DAIŞ`ê vedike
12 kanûn, 2021   11:33
KOBANÊ

Balafirên şer ên dewleta Tirk duh (Şemî), avahiya meclisa gel a Xanesûrê li Şengal bombebaran kir.  Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk îro ji pêşiya navenda meclisa rêveber a herêmê daxuyaniyek bi beşdarbûna rêveberên deste û saziyên sivîl da.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firat Silêman Keyîşîş daxuyanî xwend;

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên dewleta Tirk di 11.12.2021'an de avahiya meclisa gel a Xanesûr li Şengal li pêşiya çavên hikumeta Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê yên ku banga parastina Êzîdiyan dikin, bombebaran kir.

Ev bombebaran di çarçoveya siyaseta dewleta Tirk de ya ku armanc dike ku gelê Kurd qetil bike û vîna gelê Kurd a êzîdî ku çarenûsa xwe di Rêveberiyek Xweser û Demokratîk de diyar dît, bişkîne de.

Dagirkeriya Tirk tu carî dev ji siyaseta xwe ya êrişeker li dijî gelên têkoşer bernade. Her wiha ev êrişa terorîst perçeyek ji êrişên ku li tevahî Kurdistanê pêk tên û destkdayîna terorîstê bi rêya komkujiyên ku li dijî sivîlan pêk tîne, dike.

Bi vê yekê hikumeta AKP`ê ya terorîst carek din sûcên xwe îsbat kir ku asta şer li dijî kurdan û bi taybet gelê Êzidî berfireh kir. Armanca xwe ku Şengal ji şêniyên wê vala bike, rê li ber Êzîdiyên koçber di kampên Başûr Kurdistan veneke ku vegerin Şengal û rê li ber vejîna DAIŞ`ê  veke.

Em wekî Meclisa Rêveber a Herêma Firatê  diyar dikin ku em li kêlka gelê Şengal û rêveberiya wan ya xweser in û em êrişên dewleta Tirk li dijî Şengal şermezar dikin. Em bang li hikumeta Iraqê û civaka navdewletî dikin ku destwerdan bike da ku van binpêkirinên dermirovî rawestîne."

(dm)

ANHA