Hisên Koçer: Bi saya berxwedana gel û şervanan êrişên dagirkeran têk çûn

Ji fermandarên QSD`ê yê herêma Firatê Hisên Koçer têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê li bajarê Kobanê civînek ji malbatên şervanên QSD`ê re li dar xist.

Hisên Koçer: Bi saya berxwedana gel û şervanan êrişên dagirkeran têk çûn
12 kanûn, 2021   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji fermandarên QSD`ê yê herêma Firatê Hisên Koçer li bajarê Kobanê civînek li dar xist. Malbatên şervanên QSD`ê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi armanca nirxandina rewşa dawî ya ku herêm tê re derbas dibe, êrişên dewleta Tirk a dagirekr û berxwedana gel li hember êrişan hate lidarxistin.

Di civînê de Hisên Koçer bal kişand ser armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û wiha domand: "Di destpêkê de çeteyên DAIŞ`ê êrişî xaka me kir. Gelê me li hember êrişan sekinî û li ber xwe da û şervanên me jî berxwedaneke bêhmpa nîşan da. Dema ku bi saya vê berxwedanê êrişên DAIŞ`ê têk çûn, dewleta Tirk wekî binkeftina xwe hesiband."

Hisên Koçber têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê wiha axivî: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe li ser xaka me, dixwaze tola binketina DAIŞ`ê rake. Lê berxwedana gel û ciwanên me ku xaka xwe li hember hemû cûreyên êrişan parastin, hîşt ku dewleta Tirk di êrişên xwe de têk biçe."

Fermandarê QSD`ê Hisên Koçer di dawiyê de wiha got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li hember hemû cureyên êrişan bi şervanên rûmetê re bisekinin û li ber xwe bidin. Her wiha li xaka xwe xwedî derkevin. Ji ber ku xwediyê vê kedê şehîd in û divê em xwedî li wan derkevin."

ANHA