Ciwanên Şoreşger hedefgirtina meclisa Xanesorê şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rêveberiya Xweser a Şengalê weke sûcekî şer pênase kir.

Ciwanên Şoreşger hedefgirtina meclisa Xanesorê şermezar kir
12 kanûn, 2021   11:26
EYN ÎSA

Daxuyanî li navçeya Eyn Îsa hate dayîn. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Mihemed Mehmûd ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parstinê yên Medyayê û hedefgirtina kesayetên welatparêz û Rêveberiya Xweser a Şengalê hate şeremzarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku di yek rêzê de bisekinin da ku dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin û derfetê nedin ku xwestekên xwe di dagirkirina xakê li ser hesabê xwîna gelan, pêk bîne.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de soza bilindkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina hemû xakên dagirkirî da.

Dewleta Tirk a dagirker beriya du rojan erebeya Hevserokê Rêveberiya Xewser a Şengalê Merwan Bedel kir hedef û di encama wê de şehîd bû. Her wiha duh jî balafirên şer ên Tirkiyê Meclisa Gel a Xanesorê bombeberan kir.

(bx)

ANHA