Rayedarekî Tevgera Hemasê hate kuştin

Çavkaniyekî ragihand ku berpirsê leşkerkirinê yê Tevgera Hemasê di teqîna ku di kampa Birc El-Şemalî ya bajarê Sûr ê başûrê Lubnanê de rû da, hate kuştin.

Rayedarekî Tevgera Hemasê hate kuştin
12 kanûn, 2021   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî El-Erebiye ku berpirsê leşkerkirinê yê Tevgera Hemas di teqîna ku di kampa Birc El-Şemalî ya li bajarê Sûr ê başûrê Lubnanê de rû da, hate kuştin.

Tê zanîn ku şeva Înê teqîneke mezin di depoya cebilxaneyê ya girêdayî Hemasê ya li kampa koçberên filistînî de ya başûrê Lubnanê de rû da û di encama wê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûn.

(bx)