‛Armanca nûkirina tecrîdê, têkbirina rih û fikirê rêber Ocalan a di nava civakê de ye’

Jinên Kobanê soza xwe ya berdewama têkoşînê li ser metod û felsefeya rêber Ocalan nû kir û got:"Rêberê me rêberê aştiyê ye, ne aşiqê şer û wêranê ye. Armanca nûkirina tecrîdê ew e ku rih û fikirê rêber Ocalan a di nava civakê de têk bibin."

‛Armanca nûkirina tecrîdê, têkbirina rih û fikirê rêber Ocalan a di nava civakê de ye’
12 kanûn, 2021   09:14
KOBANÊ

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan gelek caran serî li Dadgeha Înfazê ya Borsayê didin ku rêber Ocalan bibînin, lê di her carê de daxwaznameyên hevdîtinê tên redkirin.

Herî dawî parêzerên Buroya Sedsalê ya Hiqûqê di 22’yê Mijdara borî de daxwaznameyek ji Dadgeha Înfazê ya Borsayê re şand, da ku bi lezgînî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî; Umer Heyrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin.

Parêzeran da zanîn ku divê gelek hevdtînan bi girtiyên siyasî û rêber Ocalan re pêk bînin, ew jî di çarçoveya hevdîtina parêzer û malbatan de ye û da ku sînorekê ji guman û metirsiyên têkildarî jiyana wan re deynin.

Dadgehê bersiv da parêzeran û daxuyand ku du cezayên nû li dijî rêber Ocalan ferz kirine û li gorî wê nahêlin parêzer heta 6 mehan hevdîtinê pêk bînin û malbatên wan jî heta 3 mehan pêk bînin.

Bertekên gel û siyasetmedaran têkildarî sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî rêber Ocalan û girtiyên siyasî zêde bûn.

Cemîle Silêman a ji Kobanê dirêjkirina dema tecrîda li dijî rêber Ocalan, qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran pê re heta 6 mehan şermezar kir û wiha got: "Armanc ji nûkirina tecrîdê têkbirina rih û fikirê rêber Ocalan a di nava civakê de ye. Ji ber civakê xwe spart fikirê rêbertî û bi fikirê Ocalan rêya azadiyê dişopîne. Em ê têkoşîna li ser metod û fikirê rêber Ocalan berdewam bikin."

Li aliyekî din jî Firyal Temo wiha got: "Armancên hêzên navdewletî ji tecrîda li dijî rêber Ocalan hene ku bi wê yek dewlet naxwazin gelê herêmê azad bibe. Bi rêya tecrîda li dijî rêber Ocalan ku jiyan û azadiya xwe kiriye xizmeta gel, şerê gelê herêmê dikin."

Li aliyekî din jî Emel Mistefa ya ji Kobanê ev tişt got: "Rêber Ocalan ne tenê rêberê Kurdan e, lê belê rêberê tevahî gelên bindestê yên li herêmê ye. Ne ji fikir û felsefeya wî bûya jinan nikarî jiyana xwe berdewam bikira. Rêbertî hîma jiyanê ya ji zêdetirî 5 hezar sal ve li dijî jinan hatiye ferzkirin bi projeya xwe ya demokratîk a azad şikand."

BEJAHIYA BER BI EWLEHIYÊ VE’

Emîne Mistefa jî wiha got: "Piştî çend salan ji tecrîda li dijî rêber Ocalan em rewşa wî ya tenduristî nizanin. Piştî fikirê mêr li ser me hatibû ferzkirin ku rola jinan di jiyanê de paşguh kiribû, rêber Ocalan em gihandin rêya ewle."

Emîne Mistefa wiha domand: "23 sal in rêbertî bi fîzîkî ji me dûr e, lê bi fikirê xwe di nava me de ye. Heta kengî ev rewş wê berdewam bike? Heta kesekî nabîne jî, lê dîsa nahêlin di girtîgeha çend metreyan de bimeşe. Ev di kîjan qanûna navneteweyî û bendê de heye. Rêber Ocalan dixwaze hemû bi aştî wek bira û dûrî şeran bijîn."

(dm)

ANHA