Welatî û siyasetmedar: Êrişên dewleta Tirk bi erêkirina navneteweyî pêk tên

Siyasetmedar û welatiyan bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û gotin: "Her kes dixwaze armanc û berjewendiyên xwe li ser hesabên gelê herêmê pê bîne."

Welatî û siyasetmedar: Êrişên dewleta Tirk bi erêkirina navneteweyî pêk tên
12 kanûn, 2021   08:04
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Ruxmî du hêzên xurt "Rûsya û Amerîka" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, lê herêm bênavber rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên û hew hêzên jî hember van êrişan bêdeng in. Pêkhateyên herêmê dipirsin ku gelo ev her du hêz li vê herêmê çi dikin?

Welatiya bi navê Zîn Elî ya ji navçeya Dirbêsiyê pirsa hebûna hêzên Rûsya û Amerîka ya li herêmê kir ku êrişên li dijî herêmê ranawestîne û got: "Ev hêz ne ji bo parastina pêkhateyên herêmê, lê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe hatine."

Welatiyê bi navê Welîd Hesen diyar kir ku artêşa Tirk li hundirê Sûriyê xwedî armanc û berjewendî ye û ev li gotina xwe zêde kir: "Dagirker dewletên zilhêz şantaj dike da qadeke din ji Rojhilata Navîn kontrol bike û serdema Osmaniyan a tijî qetilkirin, vegerîne."

Hesen da zanîn ku her du hêz li hemberî êrişên Tirkiyê bi erka xwe ranabin, ji bo bidestxistina destkeftiyan dixebitin. Hesen bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku rola xwe bi cih bînin û dawî li terora Tirkiyê bînin.

Welatiyê bi navê Mihemed Silêman destnîşan kir ku destnewerdana garantoran encama berjewendiyên hevbeş ên Rûsya, Amerîka û Tirkiyê ye û got, hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gelê herêmê komployan plan dikin.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nûman Erebo bal kişand ser êrişên dagirkeriya Tirk û wiha pê de çû: "Diviyabû êriş bi îmzekirina gelek peymanên bi navbeykariya Rûsya û Amerîkayê de bi dawî bibana, lê berdewamkirina êrişan gelek pirsan di mêjiyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de çêdike. Tirkiye, Îran, Amerîka û Rûsya hewl didin berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bînin û bûyer, êriş û topbaran û koçberkirina bi serê gel tên paşguh dikin."

Erebo diyar kir ku êriş û gefên li dijî herêmê bi erêkirina Rûsyayê ye da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike ju tawîzan bide û gelek bajaran radestî hikumeta Şamê bike û ger danûstandin bi aliyên cuda re çêbibin, ew helwesta xwe xurt bike û şertên xwe li ser Rêveberiya Xweser ferz bike.

Nûman Erebo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hebûna hêzên cuda yên li Sûriyê bi armanca pêkanîna berjewndiyên xwe yên taybet e, hêzên cuda dixwazin Rêveberiya Xweser di bin gefên Tirkiyê de lawaz bibe, da berjewendiyên xwe pêk bînin û hebûna xwe ya li herêmê mayinde bikin."

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Muslim Ebas jî îşaret bi sedemên bêdengiya DYA`yê yên li hemberî gef û êrişên Ii dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha dewam kir: "Sedem ew e ku dewleta Tirk a dagiker di NATO`yê de ye, ji ber ku ew nikare hevalbendekî xwe yê sereke û duyemîn hêza leşkerî ya di NATO`yê de, wenda bike."

Têkildarî bêdengiya Rûsya ya li hemberî êriş û gefan Muslim Ebas wiha got: "Êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê bi erêkirina Rûsya pêk tên, da Rêveberiya Xweser û QSD`ê li gorî berjewendiyên hikumeta Şamê tawîzan bidin û ew jî bi vê yekê helwesta xwe xurt bike."

(eh)

ANHA