Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan banga cezakirina dewleta Tirk kir

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgehên Tirkiyê de şermezar kir.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan banga cezakirina dewleta Tirk kir
12 kanûn, 2021   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî qetilkirina girtiya Kurd Garîbe Gezer li yek ji girtîgehên dewleta Tirk a faşîst, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî yên Kurd ên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de şermezar kir.

Meclisê daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana dîrokî ya li zindanan û wiha got: "Kulîlka azadiyê ku bi berxwedana şehîda azadiyê Sakîne Cansîz hatiye çandin, dê bi Garîbe Gezer bi dawî nebe. Lê belê em ê têkoşîna xwe didomînin û senaryoyên Erdogan ên faşîst têk bibin. Dewleta Tirk ji bo têkbirina îradeya azad a jina têkoşer û têkbirina projeya neteweya demokratîk bi rê û rêbazên cuda û li hemû qadên siyasî û leşkerî, zextan dike."

Meclisê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku helwesta xwe li hemberî van kiryarên derexlaqî zelal bike û piştrast kir ku ev sûc li dijî peyman û qanûnên navneteweyî ne.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî van kiryar û binpêkirinan lêkolînê bidin destpêkirin.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku heta azadiya rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî û rizgarkirina civakê ji destê Erdogan û partiya wî, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

(dx)

ANHA