'ENKS bi fermana dewleta Tirk şerê birakujiyê pêk tîne'

Tofan Kobanê ku berê tev li nav çeteyên Roj bû û niha cihê xwe di nava YPG'ê de digire diyar kir ku armranca çeteyên Roj ew e ku cihê xwe di şerê birakujiyê de bigirin û got, yên ku ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker re, li Rojava rê vekir ENKS'ê bû.

'ENKS bi fermana dewleta Tirk şerê birakujiyê pêk tîne'
12 kanûn, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê bi navê Tofan Kobanê yê ji bajarê Kobanê ye, berê tev li nava çeteyên Roj bû. Dema ku rastiya çeteyên Roj nas dike, berê xwe dide nava refên YPG'ê. Şervanê YPG'ê Tofan Kobanê yê ku 3 salan di nava çeteyên Roj de maye, diyar dike ku armanca koma çeteyên Roj ew e ku di şerê birakujiyê de cih bigire.

'NEHIŞTIN EM VEGERIN ROJAVA'

Tofan Kobanê wisa nêrînên xwe tîne ser ziman: “Dema ku em tev li peşmergeyan bûn, ji me re digotin hûn ê biçin Rojava ji bo şer, lê dema ku me perwerde dît û şûn ve, ev gotin pêk nehat, em derbasî Rojava nebûn. Hê jî ji wan re wisa dibêjin. Digotin ENKS'ê lingê we yê siyasî ye. Bi sedan kesên di nava peşmergeyan de cîh digrin, hîn bi vê fikira em destek didin şoreşa Rojava tê perwerde kirin."

Kobanê diyar kir ku dema derbasî Rojava nehatin nekirin, wê demê dest bi şerê li dijî gerîla kirin û wiha domand: "Qadên gerîla nêzîkî sînor bûn. Tiştên ku leşkerên Tirk nikarîbûn li ser terîfên pêşmergeyan dikirin. Niha jî em dibînin li ser hesabê pêşmergeyan qetilkirin heye. Hevalê me li ser destê wan tên şehîdkirin."

Tofan Kobanê anî ziman ku herdû salên despêkê dema ku di nava çeteyên Roj de cih girtiye wekî makîneyeke şer lê hatiye û wiha axaftina xwe didomîne: "Li ku derê şer hebû dixwastin berê me bidin wir. Hêdî hêdî êriş hatin ser Rojava. Efrîn hat dagirkirin, me got dibe ku derfet tune bû em biçin ji bo Efrîn, lê niha Efrîn ket bin destê dijmin. Piştre tehdît li ser Serêkaniyê û Girê Spî hebûn, dîsa jî em li wir man. Em li ser fikirîn, me nîqaş dikir, lê dema şer de hin şert danîn û gotin şertên me ev in ev in ev in. Feqet dema ku şer be tu nikarî şertan deyne. Piştî şer dibe ku şert deyne û li ser nîqaşan bike. Wê demê ez hindek li ser rewşê fikirîm. Malbata min li Rojava bû lê ez bi tenê li Başûr bûm. Ez bi malbata xwe re diaxivim. Min dît ku tiştên li vir dibe cûda ye, lê ez li wir di çi xewnê de me. Li ser vî min hindek hereket (tevger) naskir. Hindekan li vir bajarên min diparastin lê ez li wir bûm. "

Tofan Kobanê behsa naskirina xwe bi tevgerê kir û ev tişt anî ziman: "Dema destpêkê ez hatim min tevger nas nedikir. Min tenê xwest werim welatê xwe biparêzim. Lê bi wextê re perwerdeyên ku min dît min ferqa dema di nava pêşmergeyan û ya hevalan de dît. Li wir tenê wek eskerekî bûm. Dawiya mehê herkesî perê xwe digirt û diçû mala xwe. Kesekî kesek nasnedikir. Tam weke çeteyên Artêşa Azad bû. Mesela biçe wî bajarî şer bike, berjewendiyên xwe yên şexsî bi dest bixe. Bi pera me kar dikir. Feqet li vir maddiyet nîne. Li vir ji ber ku kesek ji te dixwaze tu kar nakî, tu ji ber xwe ve dikî. Tu armanca karkirina xwe dizanî. 

Niha şerek pir taybet tê meşandin. Dixwazin hevalan di çavên civakê de biçuk bixin. Mesela niha dibêjin, vegerin Efrînê. Li ser çi vegerin. Ên ku vedigerin didin kuştin û girtin."

'ENKS FERMANÊN DEWLETA TİRK PÊK TÎNE'

Tofan Kobanê balê dikişîne ser siyaseta ku ENKS dixwaze li Rojava pêk bîne û wiha di axife, “ENKS li Rojava di nava gel de, bi fermana dewleta Tirk, şerekî taybet li ser gel û bi taybet li ser ciwanan dimeşîne. Di nava gel de Rêveberiya Xweser reş dike û hewl dide gel ji xaka wan dûr bixe. Ev leystok, bingeha xwe ji dewleta Tirk digire. Ji ber ku dewlet nikare, bi xwe yekser pêk bîne, bi destê îxanetkar û kujerên xwe van kiryaran pêk tîne. "

Kobanê îşaret pê kir ku di şerên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, yên ku ji çeteyan re rê vekir, kesên girêdayi ENKS`ê bûn û ev tişt diyar kir: “Di şerê dagirkirina axa Rojava de dewleta Tirk û çeteyên wê, bi hevkariya PDK’ê û ENKS’ê şerek taybet di nava gel de dimeşandin. Yên ku dema erişên dewleta Tirk li kêleka çeteyan ji wan re rê vedikir, kesên endamên ENKS’ê bûn. ENKS fermanên xwe ji dewleta Tirk digre.”

'MIN RASTIYA KURDBÛNÊ DI NAV YPG'Ê DE NAS KIR'

Şervanê YPG Tofan Kobanê dibêje: “Dema ku ez di nava peşmergeyan de bûm û min ev rastî dîtin. Min got, ez çi dikim, em bi destê dijminê xwe yê bi salan, hevdu dikujin û min biryara tevlêbuna nava refên YPG'ê da. Dema tev li bûm, min rastiya kurdbûyînê, hebûna xwe û wek Kurdek û nasname xwe nas kir. Bi naskirina fikira jiyana azad re, ez ketim ferqa erka xwe.”

Tofan Kobanê bang li çeteyên Roj jî dike û dibêje, çi dibe bila bibe divê paş de werin. Divê çavên xwe vekin û li derdora xwe binêrin. Gel û ciwan pêwîst e guh nedin kiryarên dewleta Tirk û leystokên ENKS’ê.

Şervanê Kurd Tofan Kobanê banga xwe ya ji bo ciwanan kir û ev peyam da, “Bi çi rengî be divê gel guh nede gotinên derdor. ENKS bi fermana dewleta Tirk dixwaze ciwanên me, gelên me teşwîqî, jiyana bêexlaqî bike. Pêwîst e hemû kes bi taybet ciwan hişyar bin, rastiya xwe nas bikin. Polîtîkaya ku; li vê derê jiyan nabe, ez biçim derveyê welêt, leystoka dewleta Tirk e. Pêwîste li hemberî her cure kiryar û leystokan, gelê me û ciwanên me xwe biparêzin.”

ANHA