Ciwanên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşiyan

Ciwanên Efrînê bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.

Ciwanên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşiyan
Ciwanên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşiyan
Ciwanên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşiyan
Ciwanên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşiyan
Ciwanên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşiyan
Ciwanên Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan meşiyan
11 kanûn, 2021   15:35
ŞEHBA

Bi diruşma "Ji bo azadiya rêber APO werin cenga  azadiyê", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Efrînê, li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş li ber deriyê ketina gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê dest pê kir. Ciwanan wêneyên rêber Abdulah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên "Ji bo azadiya rêber APO werin cenga azadiyê" vekiribûn û bê navber diuşmeyên silavkirina berxwedana rêber Ocalan û şermezarkirina tecrîdê berz kirin.

Meş li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mitîngê û deqeyeke rêz hate girtin.

Paşê endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Rolyana Dawud daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, cezayê giran ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan biriye binpêkirineke mafên mirovan e.

Her wiha hate diyarkirin ku bi rêya tecrîda li ser rêbertî tevahî gelên azadîxwaz dike hedef û hewl dide bi hemû rêbazan rêbertî ji gel qut bike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên li hemberî zextên li Îmraliyê hate şermezarkirin û hate gotin, ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk were û rejîma Tirk were cezakirin.

ANHA