Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"

Meclisa Jinan a Sûriyê ya Herêma Firatê bi diruşma "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne", panelek li Kobanê li dar xist.

Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"
Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"
Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"
Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"
Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"
Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"
Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"
Li Kobanê panela "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne"
11 kanûn, 2021   15:22
KOBANÊ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Sûriyê – Herêma Firatê bi diruşma "Çêkerên jiyanê... ne jinên li ber tundiyê ne", panelek li dar xist.

Panel li hola navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê ya bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan endamên rêveberên saziyan, navendên xizmetguzarî, partiyên siyasî yên herêma hate lidarxistin.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Ya yekemîn; tundiya civakî, cûreyên wê, zewicandina biçûkan û destdirêjî. Ya duyemîn; tundiya aborî û coreyên wê û şopandin û astengiyên elektronîk

Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê ya Herêma Firatê Rehşane Mehmûd axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Rehşane diyar kir ku armanc ji vê panelê ew e ku tundiya li ser jinan sînordar bibe.

Dûvre endama rêveberiya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Gulê Hesen mijara yekemîn nirxand û îşaret bi hemû awayên tundiya civakî kir ku jin di nav civakê de û malê bi giştî pê re rû bi rû dimîne, her wiha îşaret bi zewicandina biçûkan kir.

Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û wan jî îşaret bi encamên tundiya li ser jinan kir, ji wan xwekuştin, qetilkirin û tundiya civakî. Li aliyekî din jî bal kişandin ser girîgniya perwerdekirina civakê bi giştî û jin bi taybet û hate gotin ku  ev yek jî bi rêya perwerdeyan û lidarxistina civînên li hemû herêman, semînerên ji mêr û jinan re misoger dibe.

Beşdaran diyar kirin ku pêwîste qanûnên taybet bi jinan werin pêkaîna û diyardeya zewicandina biçûkan were bidawîkirin

Di mijara duyemîn de şêwirmendê Zanîngeha Kobanê Îsmaîl îşaret bi awayên tundiya aborî, şopandin û astengiyên elektronîk kir ku dibin sedema tundiya li ser jinan, nexasim tundiya derûnî û di encamê de digihêje asta ku jin xwe bikuje.

Beşdaran, îşaret bi çareseriyên geşekirina aboriya jinan kir û wiha dewam kirin: "Ev jî bi rêya vekirina projeyên taybet bi jinan û avakirina komîteyên çavdêriya van projeyan bike."

Li aliyekî din jî beşdaran îşaret bi girîngiya pêşxistina civakê û bikaranîna medya dijîtal kir da jin bikaribe xwe biparêze û hate gotin ku ev jî yek ji rêbazên şerê taybet e ku dijmin li dijî civakê dide meşandin û bi taybet jinan dike armanc.

Her wiha  beşdaran diyar kir ku jinên Ii Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şerê li herêmê, çi derûnî û çi bedenî bi tundiyê re rû bi rû ye, nexasim li herêmên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Panel bi gelek encam û pêşniyaran bi dawî bû, ji wan: "Divê rêxistinên jinan ên herêma Firatê komîteyeke pispor ava bike da heta 4 salan plansaziyeke stratejîk destnîşan bike û piştgiriya jinan di hemû waran de bike. Divê belgeyên naskirina girîngtirîn dozên jinan werin amadekirin da li ser bingeha wan plansaziyek bo jinan were danîn. Perwerdekirina civakê li ser dozên astengkirinên elektronîk. Qanûn û hikumên xurt ji bo sînordarkirina diyardeya xwekuştinê û qetilkirina jinan werin destnîşankirin. Têkiliyan bi rêxistinên herêmî yên ku di çarçoveya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, çêkin da piştgiriya însiyatîfan, projeyên jinan, pêkanîna wan bikin û bernameyekî tv û propogandeyî taybet bi piştgiriya dozên jinan û sînordarkirina tundiyê  amade bikin.

(eh)

ANHA