Gundewarên Hema û Idlibê hatin bombebarankirin

Balafirên şer yên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê li herêmên rojavayê Idlibê û Hemayê êriş pêk anîn.

Gundewarên Hema û Idlibê hatin bombebarankirin
11 kanûn, 2021   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer nê Rûsyayê herêma El-Yeqûbiyê ya li gundewarên bajarê Cisûr Şixûr ê li rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê jî gundewarên Sehl Xab a Hemayê topbaran kirim. Der barê zirarên canî de agahî bi dest neketin.

(dm)