Li kantona Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan gel daket qadan

Şêniyên kantona Hesekê bi boneya 10`ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan daket qadan û îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

11 kanûn, 2021   13:18
HESEKÊ

Îro bi boneya 10`ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan bi hezeran şêniyên kantona Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol û Şedadê daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Di meşan de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Erê ji azadiya Rêbertî re, na ji tecrîdê re" hatin hildan û dirûşmên şermezakririna tecrîdê hatin berzkirin.

Li bajarê Hesekê meşê ji Çerxerêya Sînalko dest pê kir û ber bi Baxçeyê Rêber Apo ve çû.

Li Dirbêsiyê meşê ji navenda ciwanan dest pê kir û ber bi Qada Azadiyê ve çû.

Li Til Temir jî meşê ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û ber bi qada Kolana Filistînê ve çû.

Li herêma başûrê Hesekê jî meşê ji navenda navçeya Erîşa dest pê kir û ber bi meclisa navçeyê ve çû.

Piştî meşan mîtîng hatin lidarxistin. Li Hesekê mamoste Ferhan Etiye wiha axivî: "Ev kombûn nûnertiya îradeya me dike û em îradeya xwe ji îradeya rêber Abdullah Ocalan digirin. Ji ber wê jî em bi boneya Roja Azadiya Abdullah Ocalan daketine qadan."

Ferhan Etiye bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin. Paşê bi navê Kongra Star mamoste Jînda Ehmê jî destnîşan kir ku ew xeta şoreşê ku ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan girtine, dişopînin.

Jînda diyar kir ku têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê xebata wan a sereke be heta ku tecrîdê rakirin û azadiya wî bi dest bixin.

Li Dirbêsiyê jî hevserokê Nivîsgeha PYD`ê ya navçeyê Mihemed Xelef diyar kir ku hemû gel û kesayetên banga azadiyê kirine, bûne armanca hêzên desthilatdar û dagirker û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî bû armanca hêzên dagirker. Ji ber ku wî banga avakirina sîstemeke demokratîk û azad li Rojhilata Navîn dikir."

Mihemd Xelef wiha dewam kir: "Azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelên cîhanê ye. Azadiya rêber Ocalan azadiya mirovahiyê ye. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dê li qadan be heta ku rêber Ocalan ji Îmraliyê azad bikin."

Xelef diyar kir ku hêzên dagirkerên Kurdistanê hewl didin tecrîda li ser rêber Ocalan girantir bikin da ku îradeya gelê Kurd têk bibin û projeya wî ya demokratîk têk bibin.

Li navçeya Erîşe ya Hesekê, ji rêveberên Kongra Star Reca El-Salih da xuyakirin ku komploya navneteweyî ya ku li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, wekî hewldaneke ji bo hedefgirtina gelên azadîxwaz pêk hatiye.

Reca El-Salih got: "Dibe ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgehên dewleta Tirk de di bin tecrîdê de be, lê fikir û felsefeya wî gihaştiye gelan û bi têkbirina terorê û avakirina Rêveberiya Xweser diyar dibe."

Reca El-Salih diyar kir ku ew ê rêya xwe ya ku ji fikir û felsefeya rêber Ocalan girtiye, bidomînin û destnîşan kir ku dê ji têkoşîna xwe venegerin. Reca El-Salih bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku parêzer û malbata rêber Ocalan bikarin serdanê bikin û dawî li tecrîdê bînin.

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Erîşe Ewad El-Hemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk qanûnan paşguh dike û tecrîdê didomîne. Ewad El-Hemed got: "Tevahî îstîxbaratên welatan ji bo vî sûcê ku sûcê serdemê ye, amûrên xwe bi kar anîne. Wijdanê mirovahiyê hejandiye, sûcekî li dijî mirovahiyê ye, rûreşiyek e ku di lîsteya rêxistinên mafên mirovan hatiye morkirin."

Li navçeya Holê ya li rojhilatê Hesekê jî, şêniyên navçeyê xwepêşandanek li dar xist.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f_GrP1cwMHw?controls=0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endama Meclisa Kongra Star a navçeya Holê Fatima Ebas di çalakiyê diyar kir ku dewleta Tirk terora siyasî pêk tîne û bi rêya hedefgirtina rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelan dike hedef. Fatima Ebas got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîda li ser Rêbertî, qirkirina gelan e, bi taybet gelê Kurd."

Piştre hevserokê Şaredariya Holê Emar El-Mûsa got: "Komploya ku ji aliyê welatên kapîtalîst ve li dijî Rêbertî hatiye meşandin, ji bo hedefgirtina gelan bû.

Emar El-Mûsa wiha dom kir: "Lê îrade û baweriya Rêbertî komplo pûç kir.

Emar El-Mûsa her wiha bang li gelên cîhanê kir ku dakevin qadan û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bixwazin.

Endamê Meclisa Til Temirê Ridwan Xelef û hevserokê Şaredariya Çiyayê Kezwanê Elî Îsa destnîşan kir ku van çalakiyên bi boneya Roja Azadiya Abdullah Ocalan asta têkçûna dewleta Tirk a dagirker û aliyên ku beşdarî komploya li dijî rêber Ocalan bûne, eşkere dike.

Her wiha axêveran bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker, zêdekirina zextên li ser raya giştî ya cîhanê û şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rêber Abdullah Ocalan û li dijî gelên ku banga azadî û demokrasiyê dikin.

(dx)