Şandeyek MSD'ê bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya

Li paytexta Swêd, Stockholmê, şandeyek MSD'ê bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Anna Lendi re civiya.

Şandeyek MSD'ê bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
11 kanûn, 2021   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Marpela fermî ya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) ragihand ku şandeya MSD'ê ku ji hevserokê MSD'ê Riyad Derar, seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û cîgira hevserokatiya MSD'ê Mecdolîn Hesen pêk dihat, bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Anna Lendi re li Stockholm civiya.

Di civînê de, rêbazên destekdayîna opozisyona demokratîk a Sûriye, dîtina mekanîzmekê ji bo gihiştina nexşeyek rê ya ku ber bi pêvajoyeke siyasî ya berfirehtir li Sûriyê ve diçe û gelek dozên girêdayî rewşa mirovahî û aborî li Sûriye û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê, Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûriyê dê 13 û 14 Kanûnê civîneke şêwirî li Stockholmê li dar bixe.

(dm)