Fermandarên nû yên QSD`ê dewreya perwerdeyê bi dawî kir

QSD`ê îro bi merasîmekê perwerdeya fermandarên nû bi bi dawî kir.

11 kanûn, 2021   12:10
HESEKÊ

Îro komeke nû ya fermandarên QSD`ê dewreya xwe ya fikrî, siyasî û leşkerî ku 3 mehan dewam kir, li Akademiya Şehîd Lorens ya li bajarê Hesekê bi dawî kir.

Di perwerdeyê de dersên fikrî, siyasî û leşkerî têkildarî civaka xwezayî, şaristanî, rêbazên şerê taybet û hwd, her wiha perwerdeyên leşkerî li ser çekên pêşketî, hatin dayîn.

Malbatên şehîdan, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Hesekê, her wiha endamên saziyên leşkerî yên girêdayî QSD`ê tev li merasîmê bûn.

Ji fermandarên QSD`ê Heqî Kobanê di merasîmê de got: "Gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Armanca wê ew e ku dagirkeriya xwe berfireh bike û tevliheviyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe."

Di merasîmê de malbata şehîd Lorens Hesekê û şehîd Azad Dêrazor ku perwerde li ser navê wan pêk hat, hatin xelatkirin.

Di dawiyê de fermandarên ku dewreya perwerdeyê bi dawî kir, soza leşkerî da.

(bx)

ANHA