QSD`ê 100 çeteyên DAIŞ`ê radestî hikumeta Iraqê kirin

QSD`ê 100 çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî ku di girtîgehên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûn, radestî hikumeta Iraqê kirin.

QSD`ê 100 çeteyên DAIŞ`ê radestî hikumeta Iraqê kirin
11 kanûn, 2021   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî radestkirina çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî îro daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Saziyên taybet ên hêzên me 100 terorîstên DAIŞ`ê yên iraqî radestî Hikumeta Federal a Iraqê kirin ku di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûn. Ev yek li gorî plansaziyekê ku berê di navbera hêzên me û hikumeta Iraqê de hatibû amadekirin, pêk hat.

Veguhastin bi rêya sînorên fermî yên di navbera Sûriyê û Iraqê de pêk hat.

Her wiha di çend salên borî de hêzên me gelek çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî radestî hikumeta welatê wan kiribûn, lê hîna jî bi sedan ji wan di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.”

(şx)