Kongra Star: Îdiyayên têkildarî xwekuştina Garîbe hewldana veşartina rastiyê ye

Koordînasyon Kongra Star got, îdiyayên dewleta Tirk ên têkildarî xwekuştina girtiya Kurd a bi navê Garîbe Gezer gumanê di aliyê hundirîn û derve de çêdike û destnîşan kir ku ev yek binpêkirina mafênê mirovan e.

Kongra Star: Îdiyayên têkildarî xwekuştina Garîbe hewldana veşartina rastiyê ye
11 kanûn, 2021   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a Rojava îro têkildarî kuştina girtiya Kurd a bi navê Garîbe Gezer di yek ji girtîgehên dewleta Tirk de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona Kongra Star di daxuyaniya xwe de îdiyayên dewleta Tirk têkildarî xwekuştina girtiya Kurd red kir û destnîşan kir ku, îdiyayên dewleta Tirk ku girtiya bi navê Garîbe Gezer xwe kuştiye bêyî ku tu detayan têkildarî çawaniya xwekuştina wê di hudnirê girtîgehê de eşker bike, gumanên di aliyê hundirîn û derve de têkildarî rewş û sedemên mirinê de, çêdike û wiha got: "Ev hemû jî binpêkirina mafên mirovan nîşan dide. Hemû bûyerên xeter ku di hundirê girtîgehên dewleta Tirk de çêdibin ji îşkencekirin, destdirêjî kuştina ku dewleta Tirk navê xwekuştinê lê dike ev hemû reva ji doze ye û veşartina rastiyê ye.

Girtiya bi navê Garîbe Gezer di demeke berê de ji xwişka xwe re gotibû, ew di girtîgehekê de ye, cilên wê li pêşiya nobedaran jê hatin dayîn, rastî lêdanê hat û nehat dermankirin.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava siyaseta binpêkirin û tirsê ku li dijî girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de têne kirin şermezar kir û piştrast kir ku binpêkirinên di girtîgehên hikûmeta AKP`ê de bi awayekî sîstematîk û li pêşiya çavên rêxistinên mirovahiyê ku çavên xwe ji sûcên derexlaqî digrin, têne kirin.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de bang li saziyên sivîl, rêxistinên mafên mirovan kir ku derfetê nedin dewleta Tirk ku sûcên xwe veşêre û destwerdanê bike da ku tundî û îşkencekirina li ser girtiyan bidawî bike her wiha erka xwe li hember wan pêk bîne.

Di dawiyê de Koordînasyona Kongra Star piştrast kir ku ewê têkoşîna xwe ji bo jinan bidomînin nexasim jinên di girtîgehan de.

(bx)

ANHA