HPG:  Şehîd Bahoz Zagros ji xeynî serkeftinê tu pîvaneke din qebûl nekiriye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Mehmet Sefa Akman (Bahoz Zagros) li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bomberdûmanê de şehîd bûye.

HPG:  Şehîd Bahoz Zagros ji xeynî serkeftinê tu pîvaneke din qebûl nekiriye
11 kanûn, 2021   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) wiha ye:

“Di 9’ê Hezîrana 2021’an de di bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Bahoz şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

 Nasnav: Bahoz Zagros

 Nav û paşnav: Mehmet Sefa Akman

 Cihê jidayikbûnê: Şirnex

 Navê dê û nav: Halîme – Huseyîn

Cih û dîroka şehadetê: 9’ê Hezîrana 2021’an – Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevalê me Bahoz li navçeya Hezexê ya Şirnexê di nav malbateke welatparêz û koçer de ji dayik bûye. Têkoşîna azadiyê ya li ser axa ku hevalê me lê dijiya bandor li wî û malbata wî kiriye. Di malbata heval Bahoz de jî gelek şehadet pêk hatine û vê rewşê bandoreke mezin li ser heval Bahoz çêkiriye. Ji ber vê wî her dem bawerî pê aniye ku divê mirov layiqî şehadetan be. Heval Bahoz dema jiyana komunal û xwe dispêre azadî û wekheviyê ya gerîlayan dîtiye wê biryar daye ku jiyana herî rast wê bi paradîgmaya Rêber Apo pêk were û li ser vî esasî tevli nav refên gerîla bûye.

Heval Bahoz bi aliyê xwe yê kedkar û fedakar derketiye pêş û ji xeynî serkeftinê tu pîvaneke din qebûl nekiriye. Wî di warê îdeolojîk de xwe her dem perwerde kiriye û hewl daye kesayetiyeke şoreşger a li ser îdeolojiya Apoyî ava bike. Dema rexne li wî dihatin girtin jî wî helwesteke xwerexneyî nîşan dida û li gel şertên dijwar wî têkoşîna xwe domandiye û dev ji şoreşgeriyê bernedaye. Li ser vî esasî Zagros di serî de li gelek qadên Kurdistanê xebitiye û têkoşîneke bênavber nîşan daye.

Malbata hêja ya Akman di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Hezex û Kurdistanê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê azadî û serfiraziya ji bo gelê xwe pêk bînin.”