​​​​​​​Li Girê Spî ya dagirkirî nirxê torbeyeke nan bû 4 hezar lîreyên Sûriyê

Çavkaniyan ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihandin ku nirxê torbeyeke nan gihatşiye 4 hezar lîreyên Sûriyê û diyar kir ku firneyên ku ji aliyê dagirkeran ve têne birêvebirin piştî helweşandina lîreya tirkî careke din lîreya Sûriyê bi kar tînin.

​​​​​​​Li Girê Spî ya dagirkirî nirxê torbeyeke nan bû 4 hezar lîreyên Sûriyê
10 kanûn, 2021   14:54
EYN ÎSA

Li gor agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Girê Spî ragihandine, firneya ku ji aliyê meclisa herêmî ya girêdayî dewleta Tirk ve tê birêvebirin li bajarokê Eyn Erûs torbeyeke nan bi 4 hezar lîreyên Sûriyê difroşe.

Çavakaniyan diyar kir ku berê nirxê toreke nan bi 10 lîreyên Tirkiyê bû.

Her wiha destnîşan kir ku gelek kargeh û dikanên bazirganiyê yên li kantonê piştî hilweşîna nirxê lîreya tirkî li beramberî dolar, careke din li pereyên Sûriyê vegeriyan.

ANHA