Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan civîna xwe ya salane li dar xist
10 kanûn, 2021   14:37
TEBQA

Bi diruşma  "Bi têkoşîna jina azad û xwîna şehîdan em ê biserkevin" Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn li hola Akademiya Şehîd Adar Harûn a Jinan a bajarê Tebqayê bi beşdarbûna endamên rêveber ên nivîsgehên jinan ên meclisên malbatên şehîdan ên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Kongra Star, desteyên kar û barên civakî, desteyên jinan, nivîsgehên parastinê, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Wefa Celal nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê jinan de xwend.

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed axivî, lidarxistina civînê li nivîsgehên jinan ên malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Ne ji fedekariyên şehîdan û malbatên wan bûya em nedigihiştin vê asta pêşket û destkeftî nedihatin bidestxistin."

Remziye Mihemed diyar kir ku dijmin hewl dide destkeftiyên ku bi xwîne şehîdan hatine bidestxistin bi rêya şerê taybet têk bibe û banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir.

Di civînê de endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn Hesen fedekariyên şehîdan bi bîr anîn û got: "Serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan in."

Nesrîn Hesen soza şopandina xeta şehîdan da.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya Kecwan jî axivî û got: "Lidarxistina civîna salane ya jinan û hebûna me li vî cihî û meşa me ya li ser bingehê sereke û armancên bilind nîşana yekitiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û rêxistinbûyîna wan e. Civîna me nameya wefedarî û serferaziyê li hemberî şehîdên me ye."

Piştî axaftinan, raporên mehane yên nivîsgehên jinan ên meclisên malbatên şehîdan ên tevahî rêveberiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

Beşdaran derbarê rewşa rêxistinî ya nivîsgehan de nêrînên xwe parve kirin û girêdayî pirsgirêk û astengiyan rêbazên çareseriyê rave kirin.

Civîn bi gelek birayan bi dawî bû.

ANHA