Hêzên dagirker êrişî gundên Til Temirê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Hêzên dagirker êrişî gundên Til Temirê dikin
10 kanûn, 2021   14:33
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Dirdara yê dikeve bakurê navenda navçeyê û gundên Til Şenan û Til Cuma yê rojavayê navçeyê bi hawan û obusan topbaran dikn.

Ji ber topbaranê ziyan gihaştin mal û milkên gundiyan.

Topbaran berdewam dike.

ANHA