Koçberên Serêkaniyê: Divê civata naveteweyî dagirkeriyê bi dawî bike

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku ew li bendê ne civata navneteweyî helwesteke siyasî û qanûnî nîşan bide ku dagirkeriya Tirk a li ser Serêkaniyê di dawî dike.

Koçberên Serêkaniyê: Divê civata naveteweyî dagirkeriyê bi dawî bike
10 kanûn, 2021   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di slavegera Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de daxuyaniyek da.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de kurtdîroka vê rojê bi bîr xist û diyar kir ku ev danezan wek nexşerêyeke cîhanî ya azadî û wekheviyê ye û wek bersivdayîna li hemberî sûc û kiryarên li dijî mirovahiyê hate ragihandin.

Her wiha piştrast kir ku ruxmî derbasbûna 73 salan li ser Danezana Mafên Mirovan jî, lê kiryaryên hêzên terorsît û beşên bindest û paşguhkirî zêde bûn. Komîteyê diyar kir ku li Serêkaniyê li gel bêdengiya civata navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker şêniyên bajêr koçber kirin, milkên wan destser kirin û bi hezaran malbatên biyanî li şûna wan bi cih kirin da ku demografiya herêmê biguherîne.

'DIVÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ DAGIRKERIYÊ BI DAWÎ BIKE'

Komîteyê di daxuyaniya xwe de ev yek destnîşan kir: “Bi navê mirovahiyê û mafên mirovan em bang dikin ku rewşa Serêkaniyê û bajarên dagirkirî di ber çavan re were derbaskirin, trajediya vê civakê bi dawî bibe ku beriya destwerdana Tirk di nava ewlehiyê de bû. Her wiha rewşa koçberên li kampan bişopînin, dagirkeriyê bi dawî bikin û vegera bi ewle ya koçberan peyda bikin.”

 (şx)

ANHA