​​​​​​​PYD: Piştî 73 salan hîna jî mafên mirovan li paş e

PYD: “Li pêşiya çavê cîhanê û rêxistinên naveneteweyî rewşa bajarên ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin aloztir dibe û binpêkirinên sîstematîk û yên xeter û li dijî mafên mirovan zêdetir dibin.

​​​​​​​PYD: Piştî 73 salan hîna jî mafên mirovan li paş e
10 kanûn, 2021   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Civata navneteweyî her sal 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê pîroz dike. Komeleya Giştî bi biryara 423 ev roj wekî Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ragihandiye.

Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê gelek maf û azadiyên sereke diyar dike. Her wiha mafên her ferdekî, bêyî cûdabûna li ser bingehên nasname an cihê niştecihbûnê,an zayend, an netewe, an etnîk, an ol, an ziman misoger dike. Ev danezan wekî peyman di navbera hikumet û gelan de hate îmzekirin û hema bêje ji aliyê tevahî dewletan ve hate erêkirin.

Piştî derbasbûna 73 salan li ser vê ragihandinê re, hîna mafên mirovan li paş e, hîna rolên rêxistinên navneteweyî yên tildarî diyarker e, di serî de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî piştî ewqas binketinên li dû hev  hewcedar e ku hesabên xwe yên navneteweyî di ber çavan re derbas bike.

Em di Meclisa Giştî ya PYD'ê de dibînin ku sedema binkeftina Neteweyên Yekbûyî ew e ku nikare sînorekî ji binpêkirinên mafên mirovan li tevahî cîhanê, bi taybet binpêkirinên dewleta Tirk ên li hemberî gelên herêmê û hewandina terorîstan, dagirkirina dewletên cîran, destwerdanên wê yên binpêkirî û hewldanên wê yên domdar ên guhertina demgorafîk  re deyene. Ev yek nîşan dide ku rewşa giştî ya mafên mirovan xirab e û paşde diçe.

Li pêşiya çavê cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên têkildar rewşa li bajarên ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin xirabtir dibe, binpêkirinên plankirî û xeternak ên mafên mirovan zêde û berfirehtir dibin. Her wiha girtina deriyê Til Koçerê berdewam dike ku bi milyonan mirov ji wergirtina alîkariyên mirovî bê par dihêle.

Dem hatiye ku Neteweyên Yekbûyî tedbîrên aktîv bigire, di nav de aloziya Sûriyê li gorî vîna gelan  û pêkanîna biryarên 2254 çareser bike. Her wiha nameyeke diyar û zelal a şermezarkirinê ji rejîma Tirk re bişîne ku binpêkirinên mafên mirovan li hundirê Tirkiyê û dewletên derdorê rawestîne.

Ger Civata Giştî ya Mafên Mirovan van tedbîran bigire, wê bawerî bi xwe, rola xwe vegerîne û baweriya bi madeya yekemîn a danezana xwe vegerîne. Hemû mirov azad û di rûmet û mafên xwe de wekhev tên dinyayê.”