Kirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî timayên wê eşkere dikin

Kolandina xendekan li dor herêmên dagirkirî û pêşdeanîna dîwarê li ser sînorê bakurê Sûriyê, timayên dewleta Tirk yên firehkirina qada dagirkeriyê û qutkirina herêmên ji hev bi armanca tevlêkirina xaka Tirkiyê, eşkere dikin.

Kirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî timayên wê eşkere dikin
10 kanûn, 2021   10:17
KOBANÊ- MEYSE EKARÎ

Dewleta Tirk bi kolandina xendekan li hin herêman û danîna dîwarê sînorî li hin herêman hewl dide dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyê rewa bike.

Ji kantona Efrîna dagirkirî çavkaniyên taybet ji ANHA'yê re diyar kirin ku dagirkeriya Tirk piştî ku sînorên xwe li gundên Şera, Bilbilê û Raco bi 2 kîlometreyan di xaka Sûriyê de fereh kir, beşin ji xaka Sûriyê qut dike û tev li Tirkiyê dike.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku rêzeçiyayên stratejîk ên li navçeya Bilbilê dagir kirin û baregehên leşkerî lê ava kirine, di Hezîrana borî de li gundê Zeira yê navçeya Bilbilê 2 kîlomtereyan sînorê Sûriyê derbas kir.

Li gundê Baliya yê heman navçeyê, artêşa Tirk piştî ku bi sedan darên zeytûnan birîn, bi qasî 315 metreyan sînor derbas kir.

Ev zêdegavî ne tenê li gundên navçeyên Şera, Bilbilê û Racoyê pêk hatin. Di heman demê de li gundên navçeya Şêrawa yên dagirkirî jî hatin kirin. Dewleta Tirk a dagirker piştî ku kantona Efrînê dagir kir, bi armanca ku kantona Efrînê ji  kantona Şehbayê qut bike, di navbera gundên Şêrawa yên dagirkirî  de dîwarên çimento danîn. Ji gundên herêma Daret Îze an ku ji çiyayê Seman heya gundên Kîmar û Basilê yên navçeya Şêrawa yên dagirkirî û bajarê Ezazê yê rojhilatê navenda bajarê Efrînê dîwar hatin danîn.

Piştî ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên lêkirina dîwar ên li qadên navneteweyî eşkere bûn, xebatên lêkirina dîwar li gelek gundan rawestiya û tenê li hin gundên navçeya Şêrawa wekî gundên Kîmar û Basilê  ev kiryar berdewam kir.

Destpêka meha borî , çavkaniyên herêmî ji gundên Şêrawa yên dagirkirî ragihandibûn ku artêşa Tirk a dagirker piştî ku li gundê Birc Heyder, Kibêşîn û Fafertî gelek mal xirab satirên axê bilind dike.

Li dirêjahiya eniyên şer ên di navbera Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî û beramberî rêya M4, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xendeq kolandin.

Dagirker bi hinceta parastina herêmên ji êrişên QSD'ê, bi dirêjahiya 230 kîlomtreyan li berambrî rêya M4 xendeq kolandine da ku baregehên xwe yên leşkerî bi hev ve veke.

Têkildarî mijarê Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa got, ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk bi hemû rêbazan destwerdanê li herêmê dike da ku armancên xwe pêk bîne û gelek herêm dagir kirine da ku tev li Tirkiyê bike û pêkhateyên herêmê jî qir bike.

Hec Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike ku dagirkeriya xwe ya li herêmê rewa bike, fitneyê di navbera pêkhateyên wê de belav bike û beşin ji herêmê qut bike mîna ku li Efrînê dîwarên sînorî danîne û tev li xaka Tirkiyê kiriye.

Hac Îsa wiha lê zêde kir: "Kolandina xendekan li herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Girê Spî bi hincetên derew, hewldaneke ji bo qutkirin û girêdana wan navçeyan bi axa Tirkiyê re ye."

Hacî Îsa da zanîn ku Tirkiyê vê rêbazê li herêma Heskîfê ya Bakurê Kurdistanê jî pêk anîne, dema ku bendav ava kir û nîşanyên şûnwarî û şaristanî yên kurdan bin ax kir û bi vê yekê hewl dide dîroka kurdan a resen û çanda wan qir bike û gelê Kurd ji hev cûda bike.

Ferhac Hacî Îsa diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van planan ew e ku desthilata osmanî ya kevn vegerîne.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hacî Îsa bang li civaka navnetweyî û Konsesya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê û erdîngariya wê bisekin.

(dx)

ANHA