​​​​​​​Rewda Hesen: Aliyên herêma Baskê pesna Şoreşa Rojava û şoreşa jinan da

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen diyar kir ku aliyên ku şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Baskê bi wan re civiyan, pesna Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinan a li herêmê da.

​​​​​​​Rewda Hesen: Aliyên herêma Baskê pesna Şoreşa Rojava û şoreşa jinan da
10 kanûn, 2021   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN-SILAVA EBDUREHMAN

Li ser vexwendina fermî ya herêma Baskê û Şaredariya Durangoko û rêxistina Suargi ya ne hikumî, şandeyeke jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30`ê Mijdarê bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera her du gelan de, serdana herêma Baskê kir.

 Şandeya jinan ji hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen, endama Komîteya Dîplomatîk ya Kongra Star Menal Mihemed û endama Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Narîman Evdikê pêk hat.

Rewda Hesen bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û behsa hûrgiliyên serdanê û nîqaşên bi aliyên herêma Baskê re kir. Rewda Hesen ev ev tişt anîn ziman: "Di hevdîtinên destpêkê de nîqaş li ser destkeftiyên herêma Baskê û serkeftinên piştî şer hatina bidestxistin, hat kirin. Her wiha sîstema Rêveberiya Xweser, kar û xebatên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nasandin."

Rewda Hesen wiha domand: "Di civîna li herêma Vitoria de ya bi çend partiyên sereke yên herêma Baskê û endamên Rêxistina Mafên Mirovan re behsa rewşa siyasî û aborî ya herêmê û êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin. Her wiha me dosyayên têkildarî sûcên dagirkeriya Tirk radestî Rêxistina Mafên Mirovan kir da ku li ser daxwaza me, dagirkeriya Tirk were darizandin."

FERQA DI NAVBERA MALA JINAN A HERÊMA BASK Û ROJAVA DE

Rewda Hesen da zanîn ku wan serdana Enstîtuya Jinan a Baskê ya Emakunde kir û wiha domand: "Sîstema Kongra Star bi enstîtuyê re hate nîqaşkirin û me saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê û Rojhilatê Sûriyê û armancên damezrandinê, bi wan dan nasandin. Li aliyekî din jî sîstema jinan a Rêveberiya Xweser û awayên birêvebirina xebatên wê di warên pêşkêşkirina alîkariyê ji jinan re, perwerdekirina wan û pêşxistina wan di warên îdarî, fikirî û çandî de hatin şîrovekirin."

Rewda Hesen ev li axaftina xwe zêde kir: "Em bi rayedar û endamên Mala Jinan a bajarê Durangoko yê herêma Baskê û Komîteya Jinan a Parastina Rojava dikin re civiyan. Me kar û xebatên xwe bi hev dan nasandin û me behsa awayên destekdayîna ji jinên Rojava re kir."

Rewda Hesen eşkere kir ku wan bang li Mala Jinan a Durangoko kir ku têkiliyan bi Malên Jinan ên li Rojava re pêş bixin.

Têkildarî projeyên hevbeş, Rewda Hesen destnîşan kir ku wan rewşa Kampa Holê û girîngiya şandina kesên pispor da ku jinên DAIŞ`ê û zarokên wan perwerde bikin, nîqaş kiriye. Li aliyekî din jî Mala Jinan a Rojava û Mala Jinan a herêma Baskê dê civînên online li dar bixin û mijarên hevbeş nîqaş bikin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen diyar kir ku endamên heta niha bi wan re civiyane, xwestin sûdê ji tecrûbeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werbigirin, her wiha pesna vê sîstemê, nexasim sîstema jinan, şoreşên wan da.

Tê payîn ku şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Barcelona û Madrîdê jî bike û bi rêxistin û saziyên jinan ên li wir re, bicive. Serdan dê heta 20`ê Kanûnê berdewam bike.

(eh)

ANHA