Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn

Piştî 73 salan ji ragihandina Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, NY bendên Danezana Mafên Mirovan bi cih nayne, heta yek ji xurtirîn rêxistinên xwe yên di cîhanê de "Konseya Ewlehiyê" ji bo parastina sûriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar nake.

Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hatiye ragihandin, lê nayê pêkanîn
10 kanûn, 2021   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Koçberê ji gundê Elok ê girêdayî Serêkaniyê ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, Xidir Ehmed Mele Elî axivî û got: "Me ji vê ragihandina Roja Mafên Mirovan a Cîhanê  tu sûd wernegirt, em îro zehmetiya koçberiyê dikişînin û ji herêmên xwe koçber bûn. Me ev sûd jê wergirt! Tu kes guh nade me."

10`ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê e ku Civata Giştî ya NY 1948`an biryara wê daye û ruxmî ku kesên ku mafên mirovan bin pê dikin nayên ceza kirin, lê dîsa jî cîhan salvegera wê pîroz dike.

Li gorî Komeleya Giştî ya NY`yê danezan ji 30 madeyan pêk tê, komeke ji maf û azadiyên sereke yên mirovan û parastina wan e ku divê her ferdekî di cîhanê de bêyî cudahî, pê kêfxweş bibe.

Ev ragihand ji bo mirovahiyê serkeftineke mezin e, lê ger ku dewletên tev li biryarê bûne, bendên wê pêk bînin, lê cîhan bi şer, hegemonî, hewldanên dagirkirinê yên domdar, qetilkirin, binçavkirin, koçberkirin û çewisandina azadiyan re rû bi rû ye.

Yek ji koçberan Xidir Ehmed Mele Elî û malbata xwe ku  ji 13 kesan pêk tê, piştî ku bajarê Serêkaniyê 9`ê Cotmeha 2019`an ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hate dagirkirin, li kampa Waşokanî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, dimîn.

Mele Elî têkildarî zehmetiyên xwe wiha axivî: "Piştî me her tişt li pey xwe hişt û ji ber topbarana Tirkan ji malên me re, em li vê kampê bi cih bûn. Em li vir koçber in û nikarin tiştekî bikin, gelek zehmetiyan dibînin. Ji zehmetiya koçberekî li ser xaka xwe mezintir çi heye?"

Mele Elî ji vegera li warê xwe yê dagirkirî bi xof e û wiha dewam kir: "Ez ê çawa vegerim û erd û mala min dagirkirî û wêrankirî ne? Ez ê çawa vegerim wir, tiştek derveyî malê nemaye, hemû mal û milk hatine talankirin, ger ne ji dagirkeran bûya em koçber nedibûn. Li ser vî esasî û bi vê boneyê em bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku garantiya vegereke bi ewle peyda bikin û dagirkeran ji warên me derxînin."

Li gorî bendên ragihandina Mafên Mirovan a Civata NY`yê, dewleta Tirk a dagirker bi rêya artêş û çeteyên xwe yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya sûrî" herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, ji Efrîn a bakurê rojavayê welêt bigire û heta bi bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên bakurê rojhilatê wê.

Ji destpêka ku herêmên navborî hatine dagirkirin û heta niha, ev herêm ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve rastî koçberkirina niştecihan, tirkkirina herêmê, guhartina demografiyê û hedefgirtina sivîlan tên.

Siyasetmedar û hiqûqnas ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Cebir piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker peyman û mîsaqên navneteweyî pêk nayne û ew wekî dewleteke binpêker bi nav kir.

Cebir têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne ev nirxandin kir: "Dagirkeriya Tirk îro li herêmê rûyê rastîn ê terora xeternak e, ji ber ku bi sedan sûc kirine, îro jî pêk tîne û heta niha bi hezaran bûne qurbanî."

Yek ji koçberên Efrînê ya dagirkirî Xedîce Elo axivî û got, artêşa Tirk bi balafir û tankan herêmên wan topbaran kir. Zêdetirî 500 top li gundê wan ketine, ji lew re neçarî derketina ji malê bûn û ber bi navenda kantona Efrînê ve çûn.

Xedîce Elo wiha axaftina xwe dewam kir: "Mala me ji girê radio yê li gundê Xelîl ve topbaran dikirin, ez û hevserê xwe birîndar bûn. Ji ber xurtbûna topbaranê em bêyî cilên zarokên xwe derketin. Topbaran pir dijwar bû, malên me hatin hilweşandin û wêrankirin. Beriya derketinê min ji hevser û birayê xwe re got, min bikujin baştir e ez bikevim destên wan, ji ber ku hov in."

Xedîce Elo tevî 6 zarokên xwe piştî ji ber êrişên artêşa Tirk ji mala xwe ya li gundê Dumilya yê girêdayî navçeya Mabata ya bakurê bajêr derketin, li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdas yê Şehbayê bi cih bûne.

Li gorî daneyên dawî yên rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê derbarê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê de eşkere kirin ku bendên ragihandina mafên mirovan bin pê dike, di serî de koçberkirina bi darê zorê, bi 100 hezaran şêniyên Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de ji bajarên xwe koçber bûn û li kampên li herêmên Şehbayê û navendên li gundên wê bi cih bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku 4 hezar û 70 malbat li cihê efrîniyên ku ji warê wan hatine koçberkirin û li kampan dimînin, bi cih bûne. Hemwextî vê yekê navên rastîn ên gund û qadên sereke û herêman bi navên Tirkî têne guhartin da ku guhartina demokrafîk pêk were.

Artêşa Tirk navê qada Azadî veguherand qada Ataturk, navê çerxerêya Newroz jî veguherand Selaheddîn, çerxerêya Niştimanî jî kir çerxerêya 18`ê Adarê û çerxerêya Kawayê Hesinkar jî veguherand Çiqilê Zeytûnê.

Li aliyekî din jî navê gundê Qestel Miqdad veguherand Selcoq Obasî, navê gundê Kotana veguherand Zafir Obasî û navê gundê Kurzêlê jî beguherand Cefer Obasî.

Di wê çarçoveyê de Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk bi rêya meclisên xwe nasnameyên tirkî ji sivîlên sûrî re derxistin, wêneyên Erdogan û yê Ataturk li ser piraniya dibistanan daçikandin, her wiha wêneyên wan li ser cilên zarokan ên dibistanê jî xêz neqişandin, li şûna zimanên erebî û kurdî zimanê tirkî ferz kir.

Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê di daneyên xwe yên dawî de bi bîr xist ku artêşa Tirk 28 şûnwar û depoyeke şûnwarên herêmê wêran kir, her wiha 15 mezargehên olên cuda ruxand.

SERÊKANIYÊ

Li herêma Serêkaniyê piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 9`ê Cotmeha 2019`an êriş pêk anîn, derdora 200 hezar sûrî ji bajêr koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bûn. Koçber li kampên Waşokanî û Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê bi cih bûn, her wiha hin ji wan li malên xizmên xwe yên li bajar û bajarokên kantonê û kantona Qamişlo bi cih bûn.

Li gorî nûçegihanan di dîmenên cuda de belge kirin, niştecihên 15 gundên êzidiyan hatin koçberkirin û 65 malên wan hatin desteserkirin, her wiha gorên wan jî hatin vekirin û li gundên Dawûdiya Xirbê Cemo 80 mal hilweşandin û kirin baregeh û avahiyên mîtîngeriyê.

Di heman demê de hezar û 400 çeteyên dewleta Tirk û malbatên wan ji bajarê Idliba Sûriyê anîn û li bajêr û gundên wê bi cih kirin. Her wiha 400 çeteyên iraqî ji DAIŞ`ê û malbatên wan bi cih kirin.

SOHR`ê daxuyand ku 21`ê Nîsana îsal bi zêdetirî 158 erebeyan, malbatên ji Xûta û Idlibê, Ezaz û Carablusê anîn li herêmên dagirkî bi cih kirin, zêdetirî 500 çeteyên bi navê "Artêşa Niştimanî ya sûrî" li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî hatin bicihkirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji destpêka bajarê Serêkaniyê dagir kirine ve, girê gundê Til Xelef ê dîrokî dikole.

GIRÊ SPÎ

Artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî êrişên li dijî herêmê şêniyên Girê Spî koçber kir. Li gorî lîsteya koçberiya bi darê zorê ya li gel Rêveberiya Xweser nêzî 100 hezar sûrî ji Girê Spî û gundewarên wê hatine koçberkirin.

Ji 22’yê Mijdara 2019’an ve li bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê kampa Koçberên Girê Spî hat avakirin, şêniyên Girê Spî yên bi darê zorê hatine koçberkirin di vê kampê de ne, her wiha hin ji wan jî li kampa Mehmûdlî ya li bakurê Tebqayê ne û beşek jî li gel xizmên xwe yên li Kobanê, Reqa û Tebqayê ne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca guhartina demografiya herêmê û çewisandina nasnameya wê, gelek cihên dîrokî yên li Girê Spî û gundewarên wê xerab kirin, ji wan Girê Dehlîz ê li navçeya Silokê, Girê Sehlan ê şûnwarî yê li Xirbet El-Riz, cihê Faw, Sebî El-Ebyed ê li gundê Hemam Tirkmen.

Ligel sûcên koçberkirina bi zorê û guhartina demografiya herêmê, rojane sûc li herêmên dagirkirî pêk tên; ji revandin, qetilkirin, desteserkirina milkên sivîlan, dikanên bazirganiyê û wesayitên veguhastinê.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê de 136 sivîlan jiyana xwe ji dest da, ji wan rojnameger û 14 jin jî hebûn. Her wiha ji nav wan jî 7 welatî bi rêya darvekirina meydanî hatin şehîdxistin, yek ji wan Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, gelek tîmên Heyva Sor a Kurd û tenduristiyê bûn. Li aliyekî din jî 293 welatî birîndar bûn, ji wan 74 jin bûn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê, dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî her du herêman de di 19’ê Cotmehê de çekên kîmyewî mîna "fosfora spî" li dijî sivîlan bi kar anî. Di encamê de 23 sivîl hatin şewitandin, ji wan jî zarok hebûn, heta niha ew kesên ku birîndar bûne, azaran dikişînin.

li gel wê jî, di bîlançoyeke Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya dawî ya du salên piştî dagirkirinê de, dewleta Tirk a dagirker 122 sivîl qetil kirin û 194 jî birîndar kirin.

li gorî heman çavkaniyê, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, piştî dagirkirina her du bajaran, 257 welatî revandin, da ku fîdyeyê ji xizmên wan werbigirin, ji nav wan jî, rûspî û şêxên eşîrên Girê Spî û 26 jin hene.

Li Efrînê, di encama êrişên dagirkeriya Tirk de zêdetirî 646 sivîl ji mêr, jin û zarokan hatin qetilkirin, ji nava wan 500 sivîl in û 82 jî di bin îşkenceyê de hatin qetilkirin. Li aliyekî din jî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê belge kir ku ji bilî wê hejmarê, 705 sivîlên din hatine qetilkirin, ji wan 306 zarok û 216 jin in.

 Li heman herêmê, 7 hezar û 754 jin, mêr û zarok hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e û 70 jin hatin tecawîzkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê di bîlançoya xwe ya dawî de hezar û 614 gilî li ser desteserkirina malên wan li herêmn Girê Spî û Serêkaniyê tombar kirine, li gel wê jî hezar û 234 gilî li dizîna malan û 18 gilî li ser dîzîna kargehan, 190 gilî li ser talankirina dikanên bazirganiyê, 99 gilî li ser desteserkirina mezre û cihê mirîşkan, 326 gilî li ser desteserkirina erebeyan û desteserkirina 51 hezar û 463 donim ji zeviyên çandiniyê hatine tomarkirin.

Tevahî giliyên navborî, li gorî peymanên Cinêv 4’an ên 1949’an, madeya 33’yan ji peymana Cinêv 4’an, li gorî madeyên 28 -47 ê ji bendên qanûn û cezayên şer ên ji peymana Lahay a 1907’an, sûcên şer in.

Têkildarî vê yekê, hiqûqnas Xalid Cebir teqez kir ku dîroka dewleta Tirk a dagirker tijî komkujiyên li dijî gelan, sûcên çewisandina nasname û têkbirina çandan e û li dijî rêgezên bingehên ên mafên mirovan disekine.

Li kêlek wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hîna jî herêmên li nêzî herêmên dagirkirî sivîlan hedef digire, ji wan herêman; Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan û hwd. Tevî wê jî peymanên navneteweyî hene ku berê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê peymana agirbestê hatibû îmzekirin û nobetdarên sînor ên hikumeta Şamê li seranserî sînor hene.

Ev tevahî sûc li pêş çavên civata navneteweyî pêk tên û bê deng in, bi wê yekê diyar dibe ku ew jî piştevaniya dewleta Tirk dikin ku sûcên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Ji dema ragihandian agirbestê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên zêdetirî 253 caran êrişî sivîlên li Şehba, Minbic, Girê Spî, Til Temir û Zirganê kiriye, di encamê de 33 welatiyan jiyana xwe ji dest daye, ji wan 11 jin û 11 zarok bûn û 93 jî birîndar bûne.

Welatiyê sûrî yê ji Eyn Îsa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed El-Sayir bal kişand ser Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ku NY’yê ragihandiye û wiha got: "Îro Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye, ka mafên me yê ewlehî û aramiyê wekî welatiyên sûrî li ku derê ye? Dewleta Tirk û çeteyên wê rojane me topbaran dikin. Tevî ewqas azarên ku em dikişînin em ê çi sûdê ji ragihandina vê rojê werbigirin!?"

El-Sayir wiha domand: "Rojane êrişên dewlata Tirk li dijî herêmên me hene. mînak beriya vê bi du rojan bajarokê me bê ser û ber hat topbarankirin, lê civaka navneteweyî bê deng ma."

El-Sayir wiha axivî: "Tiştê li dijî me pêk tê, nîşaneyeke eşkere ye ku civata navneteweyî mafên mirovan li Sûriyê paşguh dike û tu rêxistinên ku mafên mirovan biparêze tune ne. Mafên me di mafên mirovan de tune ye, ka Meclisa Ewlehiyê, NY’yê û kesên aştîxwaz da ku li hemberî dewleta Tirk helwest nîşan bidin û em jî mafên xwe bi dest bixin."

Bajarokê Eyn Îsayê yê li ser rêya M4 rojane tê topbarankirin. Dewleta Tirk ji baregehên xwe yên li gundên Seyda û Kirmaza ve êriş dike. Herî dawî jî roja duşemê ya vê hefteyê bû. Di êrişê de zirar gihaştin erebeyên sivîlan û malên wan, her wiha mizgefta Nûrî û nexweşxaneya Şehîd Umer Eloş jî hat hedefgirtin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên xwe yên bêmirov 31 caran Kobanê, Qamişlo, Til Temir, Minbic û Eyn Îsan bombebaran kiriye, di encamê de 14 kes bûn qurbanî ji wan 3 jin bûn. Her wiha 17 welatî jî birîndar bûn. Êrişa herî dawî jî li dijî Qamişo di 19’ê Mijdarê de bû, di encamê de ji malbata Gulo 3 welatî hatin şehîdxistin.

Dewleta Tirk a dagirker li seranserî sînorê di du salên borî de û li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê 56 caran destwerdan kiriye, di encamê de 42 kes hatine qetilkirin, tê de 4 jin in hebûn, her wiha 45 jî birîndar bûne.

Ji bo îsbatkirina dagirkirî û tevlêkirina xaka Sûriyê ji Tirkiyê re, dagirkeriya Tirk hewl dide herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike û tev li xaka xwe bike, wê yekê jî bi rêya kolandina xendekan, lêkirina dîwaran û avakirina baregehên leşkerî pêk tîne. Heta niha dagirkeriya Tirk 20 baregehên leşkerî li ser sînorên herêmên dagirkirî yên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ava kirine. xendekek bi dirêjahiya 230 kîlometreyan bi kûrahiya 4 metreyan di nava axa Sûriyê de li nêzî rêya M4 kolandiye.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji Kanûnê ve jêderên çemên Firat û Dîcleyê qut kirine. Di encamê de ava her du çeman û golên wan kêm bûye. Bendavên li ser dixebitin ku ava vexwarinê û kehrebe didan herêmê, rawestiyane. Ev yek bi awayekî neyînî çandiniyê bandor dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn ava vexwarinê ya ji stasyona Elûk a li rojhilatê bajarê Serêkatiyê yê dagirkirî, qut dike. 21 caran ava wê li ser zêdetirî milyonek însan li kantona Hesekê qut kir. Li gorî şopandina ajansa me, herî dawî dewlet a Tirk di 27`ê Mijdarê de ava stasyona Elûkê heta 5 rojan qut kir.

Hiqûqnas Xalid Cebir got rêgezên mafên mirovan li ser ewqas sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, ava nabe.

Li gel azarên ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber sûcên dagirkeriya Tirk dikişînin û tunebûna însiyatîfên navneteweyî ku wê ji Sûriyê derxin, koçberên di kampan de bi hêvî ne ku NY`yê bixebite. Koçberê bi navê Îsa Ehmed Hacî yê ji gundê Derbû li gundewarê başûrê Serêkaniyê yê dagirkirî ku niha tevî 10 endamên malbata xwe di kampa Serêkaniyê de dimîne, got piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de li dijî Serêkaniyê, ew ji warên xwe koçber bûn.

Ehmed Hacî bang li NY`yê kir û wiha domand: "Di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de em bang dikin ku dagirkeriyê ji warên me derxînin da ku em bi ewlehî vegerin."

Koçbera ji Efrînê Xedîce Elo diyar kir ku ev roj bê wate maye, ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel bêdengiya navneteweyî êrişî wan kir û ew koçber kirin. Xedîce wiha domand: “Piştî bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker em koçber bûn û çûn Şehbayê. Her kes îro vê rojê pîroz dikin, lê ji bo me ev rojeke reş e. Mafên me hatin binpêkirin. Axa me bi darê zorê dagir kirin, lê tu aliyekî helwesteke şermezarkirinê nîşan neda."

Xedîce Elo bang li aliyên navneteweyî kir ku bendên Ragihandina Mafên Mirovan pêk bînin, li hemberî sûcên li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin helwest nîşan bidin û wiha domand: "Vegerin ser hişê xwe. Binêrin çi bi serê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê. Hûn behsa kijan mafan dikin!?."

ANHA