Êrişa li ser Şengalê û tecrîda li ser rêber Ocalan hatin şeremzarkirin

Êrişa li ser Şengalê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li gelek navçeyên kantona Qamişlo bi çalakiyan hatin şeremzarkirin.

9 kanûn, 2021   15:02
QAMIŞLO

Li navçeyên Amûdê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Til Birak ên girêdayî kantona Qamişlo li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê û şehîdxistina hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û  li djiî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meş hatin lidarxistin.

AMÛDÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê ji pêşiya qada Jina Azad heta ber bi qada Şengalê ve meşiyan. Endamên Kongra Star, saziyên sivîl, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin û diruşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê" û "Na ji qirkirina civaka êzidî re" hatin berzkirin.

Meş li qada Şengalê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin.

Bi navê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Cubeyar Şêx Silêman axivî û îşaret bi fermanên osmaniyan ên li dijî civaka êzidî kir. Şêx Silêman diyar kir ku komkujiyên osmaniyan bi destê dewleta Tirk li dijî êzidiyan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bêdengiya cîhanê de berdewam dikin.

Şêx Silêman êrişa li dijî hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şermezar kir û bi "Bi şerê qirkirinê" ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê pêk tîne, bi nav kir.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî bi dehan kes daketin qadan. Meş li çerxerêya Şehîd Mahsûm a naverasta navçeyê dest pê kir. Şêniyan wêneyên şehîd Merwan Bedel hildan û diruşmeyên şeremzarkirina êrişên dewleta Tirka  dagirker û bêdengiya navneteweyî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan avêtin.

Meş li sûka navnedî navçeyê gerî û qada Geracê rawestiya. Li vir endama rêber a Kongra Star a navçeya Çilaxa Nezha Seyfedîn axivî û diyar û civata navneteweyî bi bêdeniya xwe dihêle ku artêşa Tirk êrişên xwe li ser civka êzidî zêdetir bike. Nezha Seyfedîn bang li civata navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bîne û sûcên deweta Tirk bi dawî bike. Her wiha anî ziman ku hikumeta Bexda û PDK'ê berpisên şehîdxistina Merwan Bedel in û şirîkên dewleta Tirk in.

Endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Çilaxa Feysel El-Salih anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şengalê dikin  ûgot: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengal hewldaneke ji bo şikandina vîna gelan û vejandina DAIŞ'ê ye."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê meşek li dar xistin. Meş ji qada Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li qada li naverasta navçeyê rawestiya. Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Endama rêber a Kongra Star Ayhan Murad axivî û got,  îstiqrara Şengalê û rêveberiya wê ya xwser li xweşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê têkoşer Merwan Bedel kir hedef.

Ayhan Murad destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  dê têkoşîna li ser xeta rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin heya ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê ji qada Azadî dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji êrişên faşîzma dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê re", "Êrişa faşîzma dewleta Tirk a li ser Şengalê ji bo jinûve veşandina DAIŞ'ê ye" û " Na ji bêdengiya civata navneteweyî ya li hember komkujiyên Tirkiyên yên li ser Şengalê re" hatin vekirin û bênavber diruşmeyên silavkirina berxwedana xelkên Şengalê hatin berzkirin.

Meş li qada Azadî û Sûka Navendî gerî û li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdurehman Xîrkê êrişên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kir û got: "Hedefgirtina endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê planeke ji bo pêkanîna komkujiyeke nû li ser Şengaliyan e ku di nava bêdeniya hikumeta navendî ya Bexda û Başûrê Kurdistanê de pêk tên."

TIL BIRAK

Şêniyên navçeya Til Birakê bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî kirin.

Meş li çerxerêya Firin a bakurê navçeyê dest pê kir û diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endama rêveber a Kongra Star a Til Birak Rusul Hesen axivî, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelan û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şeremzar kirin.

Rusul destnîşan kir ku rêber Ocalan ji bo xizmeta mirovahî û pêkanîna edaletê tê dikoşe û bang li gelan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê xurt bikin.

Mîtîng bi diruşmeyên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

ANHA