Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdkirina Merwan Bedel şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan li herêma Firatê û Helebê û Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker û qetilkirina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şermezar kirin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdkirina Merwan Bedel şermezar kir
9 kanûn, 2021   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê daxuyaniyek da û tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û hedefgirtina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel, şermezar kirin.            

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê hevseroka Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî, Ronahî Hico ve li qada avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endamên meclisê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şehîdxistina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê dewleta Tirk ve hemwextî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya beriya 2 rojan pêk hat, ku sivîl hedef girtibûn.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ev ne cara yekemîn e ku Şengal, Qamişlo û Kobanê tên hedefgirtin û wê ne ya cara talî be jî.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em krîzên aborî û siyasî yên li Tirkiyê dibînin, wekî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em li hemberî dewleta Tirk bisekinin da ku em yekitî û pêşketinê di warê leşkerî û fikrî de pêk bînin û em bikarin bersiva van binpêkirinan bidin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê em ji gelê Şengalê re dibêjin; hûn ne bi tenê ne û em li kêleka we ne."

Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdên azadiyê hate dayîn û sersaxî ji malbata şehîd Merwan Bedel û tevahî gelê êzidî re hate xwestin.

HELEB

Bi heman armancê, bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li pêşiya konê çalakiyê yê li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêşengên civaka êzidî hat şermezarkirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Çawîş û Bêrîtan Cadan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin da ku sûcên xwe yên li dijî peymanên navneteweyî rawestîne.

‘HEDEFGIRTINA MERWAN BEDEL XIZMETA DAIŞ`Ê DIKE’

Meclisa Kantona Girê Spî jî bi daxuyaniyekê şehîdxistina hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir. Meclisê piştrast kir ku ev sûc, berdewama komkujiyên li dijî êzidiyan e.

Meclisê her wiha bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê li hemberî van sûcan rexne kir û bang li her duyan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û rê li van sûcan bigirin ku dikevin xizmeta DAIŞ`ê û hêzên terorsît ên ku dixwazin êzidiyan qir bikin.

Meclisê di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî hedefgirtin û tevgerên provokatîf ên li dijî sivîlan û kesayetên welatparêz bê deng nemîne û erka xwe bîne cih.