Rêxistina Mafên Mirovan bîlançoya sûcên dewleta Tirk eşkere kir

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê ragihand ku ji destpêka 2021`an ve dewleta Tirk a dagirker 249 caran herêm topbaran kiriye. 37 kes hatine kuştin ku di nav de 17 zarok hene.

Rêxistina Mafên Mirovan bîlançoya sûcên dewleta Tirk eşkere kir
9 kanûn, 2021   13:09
QAMIŞLO

Bi rasthatina 10`ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên cuda yên Sûriyê yên ji destpêka 2021`an ve eşkere kirin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê hat xwendin.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma daxuyanî xwend û got: “Em sûcên hovanê yên li dijî mafên mirovan ên li Sûriyê pêk hatine, şermezar dikin. Dewleta Tirk û komên çekdar qaşo Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî gelek sûcên hovane li dijî sivîlan kirin.”

'DIVÊ SIVÎL JI SÛCEN DEWLETA TIRK WERIN PARASTIN'

Rêxistinê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe bînin cih, delîlan li ser sûcan û binpêkirina mafên mirovan berhev bikin, fişarê li civata navneteweyî bikin ku qanûnan ferz bikin ji bo ku mafên mirovan û sivîl ji binpêkirina werin parastin.

Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir ku li gorî Lihevkirina Romayê divê sûcdar li dadgehên ceza yên navneteweyî werin derizandin, bi lez çareyek ji girtiyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî de yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bê dîtin.

Rêxistina Mafên Mirovan di daxuyaniya xwe de got: "Divê çeteyên DAIŞ`ê di dadgeheke taybet de werin darizandin, rewşa malbatên wan ên di kampan de were çareserkirin. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane ku mafên hemûyan dabîn dike û rêzê ji mafên mirovan re digire, hevkarî were kirin.”

Li gorî rêxistinê sûcên ku ji destpêka 2021`an ve belge kirine, wiha ne:

- Sûcên tawanbariyê (cînayet): Hejmara qurbaniyên van sûcan gihaşt 96`an, di nav de 32 zarok û 21 jin hene. Her wiha di encamê de 25 sivîl birîndar bûn, di nav de 13 zarok û 13 jin hene.

- Sûcên tecawizê yên li dijî jinan: 2 jin û zarokek û hewldaneke destavêtina zarokeke din.

- Bûyerên xwekuştinê: 28 kes, di nav de 11 jin û 7 kesên kêmî 18 saliyê û endamekî hêzên hikumeta Şamê. Her wiha 7 kesan hewl da xwe bikuje ku piraniya wan jin in û temenê 2 kesan kêmî 18 saliyê ye.

- Radestkirina 5 jin û zarokan ji Mala Êzidiyan re.

- Kampa Holê: Hejmara qurbaniyan gihaşt 68 kesan, di nav de 24 jin û 11 zarok hene. 169 kes hatin girtin, di nav de 27 jin hene. 26 kes birîndar bûne, di nav de jinek heye. 9 çeteyên DAIŞ`ê yên Ukraynayî serbest hatin berdan. 19 kes, di nav de 15 zarok û 5 jin, radestî hikumeta Albanyayê hatin kirin. 2 zarok radestî şandeyeke Filistînê hatin kirin. 29 kon şewitîn. Hewldana xwekuştinê ji aliyê jinekê ve û jineke din xwe kuşt. 2 zarok ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin revandin.

- Hejmara qurbaniyên ku di encama şerê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest daye; 100 ku ji wan 27 sivîl, 3 şervanên QSD`ê, 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

- Birîndar; 81 kes, ji wan 26 kes sivîl in, 2 endamên QSD`ê, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

- Topbarana ji aliyê artêşa Tirk û komên çete yên çekdar ve; 249 caran: Hejmara qurbaniyên ku jiyana xwe ji dest dan gihaşt 26’an, ji wan 14 zarok, 3 jin û 2 endamê artêşa rejîma Sûriyê.

- Hejmara birîndarên ji ber topbaranê; 55, ji wan 14 jin û zarokek, 3 endamên rejîma Sûriyê, rojnamevanek û şervanekî QSD`ê.

- Binpêkirinên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê: 11 kuştî, ji wan 3 zarok û ciwanek ku li ser sînorê Iraqê hate kuştin û yên ku îşkence û lêdan li wan hate kirin; 31 sivîl, ji wan 6 zarok in.

- Kuştiyên ji ber teqîn û mayinan: 88, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 109 birîndar.

1- Ji ber teqînan: Hejmara qurbaniyên teqînan ku jiyana xwe ji dest dan; 65 kes, ji wan 3 jin, 5 zarok, 5 leşker; ji wan 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, jinek, 2 şervanên QSD`ê, 28 endamên hêzên hikumeta Şamê.

Hejmara birîndaran gihaşt 87 sivîlan, ji wan 8 jin, 4 zarok, 7 şervanên QSD`ê, 2 endamên hêzên hikumeta Sûriyê.

2- Ji ber mayînan: Kesên ku ji ber mayinan jiyana xwe ji dest daye: 23 kes, ji wan 18 zarok û jinek û 4 endamên El-Dîfa El-Wetenî.

Hejmara birîndaran gihaşt 22 kesan, ji wan 14 zarok û jinek û endamekî hêzên ewlehiyê.

- Bombebarana balafirên bêmirov ên artêşa Tirk: 7 caran, di encama wê de 20 kesan jiyana xwe ji dest da, ji wan 2 jin in û 8 jî birîndar bûn.

- Hejmara qurbaniyên ku ji ber êrişên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest daye: 105, ji wan 45 sivîl, 7 jin, 13 şervanên QSD`ê, 12 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Erka Xweparastinê, 3 endamên El-Dîfa El-Wetenî û leşkerên hikumeta Şamê û 6 endamên DAIŞ`ê.

- Her wiha 40 kes jî birîndar bûn, ji wan 19 sivîl, rojnamevanek, zarokek, 5 şervanên QSD`ê, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Hêzên Erka Xweparastinê, 10 endamên hêzên hikumeta Şamê û endamekî DAIŞ`ê.

REVANDIN Û GIRTIN

- Sivîlên ku ji aliyê artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine girtin: 144, ji wan 12 jin, her wiha hejmareke mezin ji wan veguhastin girtîgehên dewleta Tirk, 6 ji wan cezayê muebbetê li wan hate birîn û 2 kes serbest hatin berdan.

- Hejmara girtiyên şaneyên terorîst ji aliyê QSD`ê ve: 285.

- QSD`ê 30 kes ji wan û jineke ku sîxuriya dewleta Tirk dikir, girtin.

- Belgekirina revandina 21 kesan, ji wan zarokek ji aliyê dewleta Tirk û komên alîgirên wê ve li beramberî fidyeyan.

(şx-bx) 

ANHA