Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê: Armanca dewleta Tirk şikandina îradeya êzidiyan e

Yekitiya Jinên Êzidî sûcê ku dewleta Tirk li dijî hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel pêk anî, şermezar kir û diyar kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina êzidiyan e.

Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê: Armanca dewleta Tirk şikandina îradeya êzidiyan e
9 kanûn, 2021   11:43
HELEB

Yekitiya Jinên Êzidî îro daxuyaniyek da û sûcê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel pêk anî, şermezar kir.

Bi dehan jin li pêşiya Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê Newroz Edo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên dewleta Tirk û hedefgirtina rêveberên êzidî didome, sedema wê jî kîna li dijî civaka Êzidî û ragihandina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca planên dewleta Tirk ew e ku Rêveberiya Xweser û sîstema demokratîk tune bike, îradeya gelê êzidî li Şengalê bi rêya topbaran û kuştina rêveberan bişikîne ku herî dawî jî hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd xist.

Yekitiya Jinên Êzidî di daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hember wan sûcan bisekinin, erka xwe ya mirovî pêk bînin da ku êriş bên bidawîkirin.

(bx)

ANHA