Mîsyona şer a hêzên Koalîsyonê li Iraqê bi dawî bû

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim El-Erecî ragihand ku mîsyona şer a hêzên koalîsyonê ku beriya 7 salan li dijî DAIŞ`ê dest pê kiribû, bi fermî bi dawî bûye.

Mîsyona şer a hêzên Koalîsyonê li Iraqê bi dawî bû
9 kanûn, 2021   11:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Qasim El-Erecî piştî civîna bi fermandarên Koalîsyonê re got: “Îro me diyaloga dawîn bi Koalîsyona Navneteweyî re kir. Em bi fermî radigihînin ku mîsyona şer a hêzên Koalîsyonê bi dawî bûye û dê têkilî di asta perwerde, şêwirmendî û piştevaniyê de dewam bike.”

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê Seîd Meen jî di civîneke çapemeniyê de got: “Koalîsyon beriya sersalê dê mîsyona derveyî şer bi temamî bi dawî bike.”

(cx)