Piştî 5 rojan dan û standinên nukleerî dîsa dest pê kirin

Piştî gelek civînên têkçûyî, îro gera 7`an a dan û standinên nukleerî yên Îranê li Viyanayê dîsa dest pê kirin.

Piştî 5 rojan dan û standinên nukleerî dîsa dest pê kirin
9 kanûn, 2021   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku şandeya Îranê pêşniyar pêşkêş kiribûn, dewletên rojavayî ji bo şêwirê muhleta 5 rojan xwest û îro gera 7`an a dan û standinên nukleerî yên Îranê piştî rawestandina 5 rojan li ser daxwaza welatên rojavayî, dîsa dest pê kir.

Nûnerê payebilind a karên derve û siyaseta ewlehiyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wî bi wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Emîn Ebdullahiyan re axiviye û jê re pêwîstiya pêkanîna pêşketineke bilez di dan û standinan de destnîşan kiriye.

Rêveberiya Amerîkayê duh destnîşan kiribû ku ev ger dê ji bo cidîbûna Tehranê û pabendiya wê ya bi pêkanîna pêşketinekê ezmûnek bê. Her wiha daxuyand ku ev ger ji bo vejandina lihevkirina ji 2015`an ve rawestiye û rêveberiya berê ya Amerîkayê sala 2018`an jê vekişiyabû, fersenda dawîn e.

Gera 7`an a dan û standinên nukleerî di 3`yê Kanûnê de bi awayekî demkî rawestiyabû, piştî ku şandeya Îranê bi serokatiya Elî Baqirî 2 reşnivîsên pêşniyarên nû pêşkêş kirin ku rayedarên ewropî û amerîkî wek ‘bedbîn û nayên qebûlkirin’ wesifandibûn.

(şx)