Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê êrişa li dijî Şengalê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê daxuyaniyek da û tê de hedefgirtina hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê êrişa li dijî Şengalê şermezar kir
9 kanûn, 2021   11:08
ŞEHBA

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li pêşiya avahiya meclisê ya li gundê Til Qirahê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî dan.

Endamên meclisê Fewazî Mistefa û Roşan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li gel berdewamkirina şerê li dijî herêmên me û binkeftina dagirkeriya Tirk ji aliyê leşkerî, siyasî, dîplomatîk ve di encama berxwedana dîrokî ya gelên Kurdistanê de, gelek pêşketinên siyasî û dîplomatîk li ser qada navneteweyî çêbûn. Di encamê de rejîma Tirk kete nava aloziyên mezin û nikare bi hêsanî wan derbas bike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber wan sedeman dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li çiyayên Kurdistanê bi kar anîn, sivîl kirin hedef, kesayetên welatparêz mîna Merwan Bedel şehîd xist, nûnerên gel li her çar parçeyên welêt girtin û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir kir.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev yek nîşaneya binkeftina dewleta Tirk e.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî rêveber û nûnerên gelên herêmê şermezar kirin û daxuyand ku bêdengiya civata navneteweyî tê wateya ku ew bi dewleta Tirk re şirîk in û piştgiriya wê dikin.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne, ji herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê vekişe.

 (şx)

ANHA